Anasayfa  >   Yazar
Ji Folklora Kurdî; Meseloka ŞEYTANOKÊ FEQÎROK
Divê em dîsa vegerin ser foklora xwe. Lewra miletê bê folklor goristaneke bê kêlik e, yê bi folklor gulistaneke bê hempa ye. Meselok an çîroka Şeytanê Feqîrok weha ye: Dibêjin, gundek hebûye, xelkê wî pir milahîm û nişmî bûye û çu carê şer û qirên û pev nedikirin. Gundî wisa ji hevûdu re baş bûne ku nanekî bê hev nedixwarin.
12 Nisan 2016 - 20:04:41

Dibêjin şeytanên dupê kirine nekirine, nikaribûne xirabiyekê têxin nava wî gundî ku wan ji hevûdu re bikim dijmin.

Îcar her sal gava ku şeytanan kongreya xwe dikir, bi taybetî li ser wî gundê milahîm xeberdidan û digotin ku çima ew gun bi hevûdu re şer nakin, li hev naxin û xirabî bi hev nakin!

Mîrê şeytanan di kongreyê de gotiye: “Divê em li pêşberê vî gundî zîrek bin û pir bişixulin, em çareyek bibînin da ew li hev bixin û bibin dijminên hevûdu.”

Piştî kongreyê, şeytan hemû rabûne û çûne li dora wî gundî nitirîne, da keysa wan bê û xirabî têxine nava gundiyan. Lê ew mane û nemane, çûne û hatine, kirine û nekirine tiştek bi destên wan neketiye.

Di nava şeytanan de şeytanekî feqîrok hebûye,gotiye: Vî karî bispêrin min, ez ê çareser bikim.

Şeytanê Feqîrok rabûye xwe bedilandiye û çûye ketiye nava gund, li kuçe û kolanan geriyaye. Li ber deriyê malekê dîtiye ku wa ye golikek bi sing ve girêdayî ye. Hêdîkan çûye ber golikê û sing ji erdê kişandye û şûnde vegeriyaye, çûye ba hevalên xwe.

Dema golikê dîtiye ku singê wê sist e, çûye ketiye nava zadê yekî gundî û çêriyaye. 
Xwdiyê zêd dîtiye ku wa ye golikek di nava zadê wî de ye û diçêre, çûye rahiştiye nihîtekî (kevirê mezin) û li şilika golikê xistiye, golik ketiye erdê û miriye. Xwediyê golikê jî çûye li xwediyê zad xistiye û wî kuştiye. Merivên xwediyê zad hatine û lê xistine xwediyê golikê kuştine. Ha bi wî hawayî gundî berrizîne hev û yek yekî kuştiye; vê berê ew kuştine û wê berê ev kuştine, heta ku qesabxaneya mêran li erdê rast kirine.

Mîrê şeytanan jî rabûye diyariyeke mezin daye wî Şeytanokê Feqîrok û xelateke mezin jî dayê.

Hêvîdar im ku rêber û siyasetmedarên me jî neyên leyztika şeytanokên dupê û xisareke mezin nedin hevûdu.


Zeynelabidin Zinar
pencinar.z@gmail.com

YORUM BIRAKIN
YORUMLAR  ( 0 Yorum )
Habere hiç yorum yapılmamış
BENZER HABERLER
Oğuz Ağca: AK Parti, Aleviler ve kültürel Popülizm
Siyaset mekanizmasının kendi mantığı içinde işlediğini biliyoruz. Siyasete ilgi duyan bir bireyin mantığı ile siyasetçinin mantığı aynı doğrultuda olmayabilir. Bu yüzden de belki siyasete ilgi duyan bireyler olarak olup biteni anlamakta zorlanıyoruz.
Güldalı Coşkun: Kim Demiş Yürümez Diye
7 Haziran seçim sonuçlarının gereği olarak koalisyon görüşmelerinin ilk turu tamamlandı.
Rojbin Özkan: Evîna Nepenî
Ew sê roj bu ku wê stranê guhdarî kirî lê hê ji bandora wî derneketi bû. “Behna biharê ji te tê yarê, tu ket bîra min dîsa vê êvarê”.
Güldalı Coşkun: Bir seçim günü yazısı
Günlerden Pazar, eylemlerden seçim, vakitlerden sükût zamanı. Söylenecek ne varsa söylendi. Akşama kadar siyaset yok, sürtüşme ve kutuplaşma yok. Umarım sakin ve huzurlu bir seçim gününü geride bırakır ve ülkemiz için en hayırlı sonuçları elde ederiz.
Aslan Değirmenci: Kılıçdaroğlu düştü, düşecek!
Gazeteci Yazar Aslan Değirmenci Yeni Söz Gazetesi'nde kaleme aldığı yazısında CHP Lideri Kılıçdaroğlu'nun içine düştüğü durumu anlattı. Değirmenci yazısında Kılıçdaroğlu'nun parti içerisinde istenmeyen adam ilan edildiğini iddia ederken, son kulisleri de köşesine taşıdı.
Ahmet Pekiyi: HDP ve BARAJ
HDP’nin seçim barajını geçmesini ve 80 vekille mecliste köşe kapmasını allayıp pullayıp dillendiren bir kitle, HDP Efsanesi yaratıyor.
AVUSTURYA'DAN SIĞINMACILARA ASKERİ SET
KERRUBİ AÇLIK GREVİNE BAŞLADI
ABD'DEN KUZEY KORE AÇIKLAMASI
BM GENEL SEKRETERİ'NDEN KUZEY KORE AÇIKLAMASI
İNGİLİZ BAKANDAN 'TÜRKİYE' AÇIKLAMASI
TİLLERSON'DAN KİM JONG UN AÇIKLAMASI
VENEZUELA HALKI ABD'NİN 'ASKERİ MÜDAHALE' İMASINA TEPKİ GÖSTERDİ
TRUMP'TAN IRKÇILIK AÇIKLAMASI
İSRAİLLİ DERNEKTEN AL JAZEERA'NIN KAPATILMASINA TEPKİ
ÇİN'DEN BMGK'NIN YENİ KUZEY KORE KARARINA TEPKİ
DUTERTE: İNSAN HAKLARI MI? CANI CEHENNEME!
MISIR'DA BOMBALI SALDIRI