Anasayfa  >   Yazar
Zeynep R.Karataş: Aştîya bêdawî
Di Felsefa İmmanual Kant'de îmkana "Aştiyeke Bêdawî" û Xwestina Aştî Di Rojîn de Zeynep R. Karataş
07 Eylül 2015 - 14:17:52
Di dîroka mirovahiyêde çawa şer û herb hertim hebûye, lêgerîna aştî û hewildana ji bo berdevamkirina  wê jî ewqas cih girtiye...
Di nav alim û feylezofande jî mijara aştiyê gelek hatiye nîqaş kirin û ramanên cuda derketine holê. Yek ji wan feylezofên herî navdar ku ser aştiya mirovahiyê serê xwe êşandiye İmmanual Kant e. Kant di sala 1724'da li Prusya'yê hatiye dinya yê. Alman e û di ideolojiya Almanan de alimekî pir biqîmet e. Perwerdehiya wî zehf ser felsefe, fizîk û matematîkêye.
Di destpeka xebata xwe yî bi navê "Ceribandina Felsefî Ser Aştiyeke Bêdawî" de, Kant nivîsiye ku  rojekî diçe xanekê u dîwarê xanê de lewheyekê dibîne û ser gotina "aştiyeke bêdawî" hatiye nivîsandin û  şiklê mezelekî hatiye nîgarkirin ji alî xandarê Hollandî. Kant wextê wê lewhê dibîne li ser gelek difikire; gelo ev nivîs  û  ev nîgare çi dibêje û armanca wan çi ye? Van pirsan dipirse û piştî hingê du bersivên ji hev û du cuda dide :
Li gor ramana yekemîn, qesta Xandar hemû insanetiye û "aştiya bêdawî" wek resma mezelde hatiye qest kirin, hizûr ancax bin erdê de mimkun e ji bo mirovan.Şîroveya duyemîn de Kant dibêje, di vî resm û gotinêde isnada hikumdaran hatiye kirin ku şer dixwazin û zikê wan ji cengê têr nabe. Hikumdar û idarevanan berjewendiyên xwe dı şer dıbinın ku lı hember aştiya bêdawi dikarin bı reheti hemu mirovan bi xeniqînin Welhasil fikra wî ya dawîyê ewe ku serew mezel û gotina  "aştiya bêdawî" ; dibe tev ji fikrên feylezofên xeyalperest derketiye û tevî xewnê wanî bê feydeye. Li gor nîgara xandar, ji xwe mezel tê wê me'nê ku ew gotina hatiye nivîsandin dûredest e û ne mimkun e. Yanê mezel û “aştiya bêdawî” bi hev ra hatiye hîcvkirin..
Piştî destpêkê Kant dibêje :
Çi peyman tune ku tê de sedema herb hatibe veşartin û em jê ra bibêjin peymana aştiye. Ango heta di nav peymana aştîde de herb hatiye gom kirin.
 
Gelî Camêran!
Werin em  vê mijarê bînin ser civaka xwe. Hinek mefhûm henin, em çiqas ser nîqaş bikin, çiqas bînin ziman ewqas bême'ne  dibe. Em her dem ji olê bahs dikin lê ew dîndariyê qewî nake, heta gotinên oldaran zehftir bêqîmet dike. Wek peyvên "aşti, demokrasî, dadwerî, azadî" her roj devê hemû kesî da ye lê em dibînin fam kirina hemûyan ne yeke û gelek cudahî di têgehiştina li ser van peyvên ku buyîne slogan de heye.
Li gor min min nav bera dû dijmin de aştî ne mimkun e. Heta dijmin nebin jî ku dîroka wan de teşqeleyên ne xweş çêbibe, nayê ji bîr kirin û kîn nav dilê wan dernakeve zû bi zû.
Ji ber hindê jî nav qewm û civakan de şer bi sed salan dikare berdevam bike. Heta ku her du alî miriyên xwe "şêhit û pîroz" bibînin di navbera wan de aştî ne mumkin e. Dibe ku peymana du ali navbera wan de çê be û salên bê şer derbas be, lê mezelên wanî şehîdan heta werin avdan û miriyê wan nav civaka wan de bimeşin, yanê şehîde wan nemirin, aşti tenê dê li ser ziman bimîne.
Werin em hev û du nexapînin û xwestina pêyama bêşeriyê wek “aştî” bi nav nekin.
Aştî xeyalên feylezof û aliman e, lê herb xwestin û şixulê  siyasetmedaran e. Heke em civakan binêrin, emê bibînin ku êwên ku aştî dixwazin kengî destê wan qewî bibe en zehf ew şer dikin.
Gerek em ji kesê aştî nexwazin. Lê hêwî dikim ku ewên hêz û çek di destê wan dene bicivin û ser menfeetên xwe li hev bikin... Sibê, du sibe kesên bi dengekî bilind û bi zarîni aştî dixwazin mumkin e ku bibin hevalên xurtan. Dîroka mirovahiyê çend caran eve dîtiye. Hêzên sereke yên civakê biryar didin bo herbê, aştî jî benîştê devê piçûkane; her weha mirin jî para wan...

 
YORUM BIRAKIN
YORUMLAR  ( 0 Yorum )
Habere hiç yorum yapılmamış
BENZER HABERLER
Behçet Canöz: “PKK terör örgütü değilse” IŞİD nedir?
HDP’li Milletvekili Pervin Buldan, bir TV’de : "PKK bir terör örgütü değildir.”diyor.
Güldalı Coşkun: Kaybedeceksiniz!
Güneydoğu’da bir il… Merkeze epeyce uzak bir beldedeyiz.
GİRÊ BÊMİRAZ
Ez û hevala xwe Berçem em bi texsîya Berçemê ketin rê. Rêya gund bi qasê du seetan ji bajar dûr bû. Wê rojê baran hûrik hûrik dibarîya. Demsala baharê de, xweza bi şinahîyê xemilibû…
Ahmet Pekiyi: Stratejik Seçim
İnsanlar gündelik hayatın her saniyesinde düşünsel ve eylemsel bir takım seçimler yaparlar. Hayatımızın akışına yön veren de bu tercihler olur.
Behçet Canöz: “ASLI YOK YAYLASINDA BİN BEŞ YÜZ KOYUN”
“ASLI YOK YAYLASINDA BİN BEŞ YÜZ KOYUN” / “TIPIŞ TIPIŞ GİDECEKLER” (ÖLÜME) Seçmenin oyunu almak , onun gönlüne girmekle mümkün, mültecileri ölüme göndermekle değil. Önce güvenilir olmak gerekir. Güven, en büyük sermayedir. Emin olmak, emin bilinmek, güven telkin etmek her şeyin üstündedir.
Şahin Keskin: Kurtlar Vadisi’nin Balkanlar ve Ortadoğu’ya Etkisi
Kurtlar Vadisi Pusu(KVP), Türkiye’de yayınlanan dizilerden her bakımdan farklılık göstermekte, diğer dizilerden önemli farkı ise KVP’nin uluslararası izlenebilirliğidir. KVP, 2009 yılından bu yana Balkan TV aracılığı ile Balkanlarda yayınlanmaktadır.
AVUSTURYA'DAN SIĞINMACILARA ASKERİ SET
KERRUBİ AÇLIK GREVİNE BAŞLADI
ABD'DEN KUZEY KORE AÇIKLAMASI
BM GENEL SEKRETERİ'NDEN KUZEY KORE AÇIKLAMASI
İNGİLİZ BAKANDAN 'TÜRKİYE' AÇIKLAMASI
TİLLERSON'DAN KİM JONG UN AÇIKLAMASI
VENEZUELA HALKI ABD'NİN 'ASKERİ MÜDAHALE' İMASINA TEPKİ GÖSTERDİ
TRUMP'TAN IRKÇILIK AÇIKLAMASI
İSRAİLLİ DERNEKTEN AL JAZEERA'NIN KAPATILMASINA TEPKİ
ÇİN'DEN BMGK'NIN YENİ KUZEY KORE KARARINA TEPKİ
DUTERTE: İNSAN HAKLARI MI? CANI CEHENNEME!
MISIR'DA BOMBALI SALDIRI