rojbin @ sivildusunce.com

Herçendî demsal havîn bû, lê wê rojê wekî rojek ji payîzê be, bayek hênik dihat. Pîra Muradê ya dîrokî wekî hemû rojên betlaneyê dîsa gelek qelebalix bû…
Bûk û zava ji boy wêne bikşînin ser pirê ketibûn rêzê. Bavên ku dixwastin zarokên xwe fêrî avjenîyê bikin, ber keraxa çem kom bibûn. Hinek masigirên ecemî torên xwe berdabûn çem li bende bûn masî bikevin torê wan…
“Merheba Esmer tu niha li ku yî? Divê em têkez hevdû bibinin mizgînîyek min heye ji  te re”
“Canê ez hatime ser pira Muradê ya dîrokî me hema tu jî li texsîyekê sîwar be were ba min madem tê mizgînî bidî min divê cihek weha xweşik de em wê pîroz bikin”
Telefona Dilbayê Esmerê di kelecanê de hiştibû…
 Xeber her çi be, bê tebat li bendê bû. Navber da meşa xwe ya li ser pîrê. Ber bi maseyek rex qeraxa çem ve çû û ma li benda hevala xwe…
Dilba piştî deh deqê ku li ber çavê Esmerê bibû deh seet ji texsîyê daket wê etekek rengê şînê esmanî û qutikek spî li xwe kiribû. Porê xwe berdabû ser mile xwe. Kêyf û şahîya dile wê di çavên wê de xwe dida der…
“Keçê! ma min bizanîbûya tu yê weha xwe bixemlînî, bi qesem ez ji te kêm nedimam”
“Xwedî kirî te nezanîbûye, ma dê herdem tu ji min xwşiktir xuya bikî?
Kenên herdu hevalan bi denge garson kêm bû:
“Fermo hûn tiştekê vedixwin?
Wan piştî ku sparîşa ava fêkî  dan garson Esmerê ji Dilbayê pirsî:
“Êêê delalê!  de  zu bêje, mizgînîya te çi ye?
Dilba li nav çavê Esmerê nihêrî:
“ Gelo qet tiştek nayê hizra te?
“Him ka binerim teyîna te ji vê bajarê diçe û ez jî ji te xelas dibim”
“Çi! Keçê nebê tu ewqas ji min aciz bûyî? Ê de baş e, ez ê dile te şa bikim; rast e, ez ê ji vê bajarê biçim, ka bêje sedemê çûyîna te çîye?
“Çîye keçê min nebiecîne zu bêje?
“Ez dizewicîm!”
Esmer ji cihê xwe rabû çû hevala xwe himbêz kir…
“Xweyê rastî jî ev ê mizgînîye gelek mezin bû. Vêca ev xortê bisiud kî ye?
“Ji Amedê ye. Bijîjke me hevdu mehek bere nas kir. Çawa bû nizanim min hew dît, me dil berdaye hev”
“Baş e, sed car pîroz be. Em ê wêneyên we jî li ser vê pire bikşînin”
“Li vir jî, li ser pîra malabadî jî” got Dilbayê
“Çima na? Kurdistan wargeha şûnwarê dîrokîye. Bila hemû bûk û zava li wan wargehan bi mirazê xwe şabin”
“Înşella canê, bila herdem bûk û zavayên welatên min bi aramî li hev şabin”
“Bê guman, niha wêneyê wî li bal te hene!
“ Bele helbet heye fermo lê binere”
Esmerê rahişt telefona destê dilbayê, li wêneyan nihêrî. Beî ku tiştek bêje an şîroveyek bike, demek dirêj bêdeng ma…
“Rêya evînê naşibe meşa ser vê pîrê delalo ew rê rêyek hewraz e”
“Bila be delalê, kesên ku nikaribin ser rêyek hewraz de bimeşin wê hemû ezmûnên jîyanê de têk biçin.
“Ji min bawer be Esmerê, bila tene kesên têkoşer hespên xwe di rêya evînê de bibezînin”
Esmer ketibû geştîya rabirdûya xwe;  bîranînên wê mejîyê wê dikola nema dikarîbû ji hevala xwe tiştek bibêje…
 Bêdengîya wê bala Dilbayê kişand:
“Çî bû keçê ma te destgirtîyê min neecêband?
“Bibore canê, çawa naecêbînim? Ez vî camêrî bi dil û can pîroz dikim. Ew neba tu kesî nikarîbû te bixapîne”
“Gelek spas delalê, Keçê Esmer tu zanî ez çî difikirim birayek dergistîyê min heye, ji xwe herdu cêwîne were em we bidin nasîn tu jî bibe jintîya min”
Esmer şaşmayî îskana ava fêkîyan ji destê xwe danî ser masê û ji nûve telefona Dilbayê girt deste xwe û jê pîrsî:
“Ka wêneyên tîyê te jî hene li vir navê wî çîye?
“Erê heye tu baş binere, navê wî Firat e. Navê dergisîyê min jî Murad e”
Bi bersiva Dilbayê hêvî û bextewarîyek xwe di kûrahîya  çavên Esmerê de da der. Hêvîyên ku dile wê de mirîbûn ji nûve jîn dibû.  Ji xwe re got: “Naxwe ew cêwîyê Firat e”  Beî ku bersiva Dilbayê bide; berê xeyalên xwe da du sal berê, dema ew û Firat li zanîngeha Dijleyê de xwendewan bûn li wir hevdu naskiribûn. Dûre jî Firat wek karmendê dewletê boy demek kin hatibû Mûşê. Lê herdu evîndar ji ber nakokîyek navbera van de qewîmîbû ew demek bû ji hev dûr ketibûn.  Firat vegerîya bû Amedê Esmerê jî li welatê xwe ango li Mûşê kare xwe didomand.
Niha hêvîya Esmerê ew bû dahweta hevala wê bibe sedema lihevhatina wê û Firat… Û xwe bi xwe digot;  gelo dibe ku ew tevna ku me nivco hişt û kir gorîyê ezperestîyên xwe em ji nû ve biresin!
Gotinên Firat kuhê wê de olan dida:
“Hezkirin serî tewandina li hember dil e. Madem em ji hev hezdikin; divê hemû astengîyên jîyanê boy me bibe wek gilokek berfê û di bin linge me de bihele”
“Erê rast e. Ku wîsa nebûya digel ku te ewqas dile min hêla, ez dîsa bî hêvîya te bibînim, bi kelecan li benda dahweta Dilbayê dimam?
28.8.2016
Mûş

ROJBÎN OZKAN
Rojbinozkan@gmail.com