Hemwelatiyên Hêja!
Di van rojên dawîn de, ev e bû duyemîn car ku xwekujî li pêşber hêzên asayişa Tirkiyê çêdibe. Di wan çalakiyan de li dora 55 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ev xwekujî, ji aliyê kê ve û çima têne kirin, kêm-zêde diyar e, lê dezgehên Tirkiyê, li gor mikuriya li xwe, xistine stuyê PKKê.
Gelek kesên niyetxirab jî, sûd ji vê yekê werdigirin û gelek berepêş diçin, dibêjin: ”Ev çalakî ji aliyê Kurdan ve têne kirin, divê em jî van Kurdên li nava xwe bikujin.”
Xwekujên van çalakiyan ji aliyê biyolojî ve Kurd bin yan na, zêde ne girîng e. Lê ya girîng ev e ku çima ev çalakî di vê demê de têne kirin û sûda kê tê de heye!
Li gor hin agahdariyên ku bi dest ketine, pir kesên ku xwe ”alîgirên hikûmetê” didin nasandin, eşkere eşkere gef li Kurdên ku li Rojavayê Tirkiyê dijîn dixwun.
Binerin li Rojhilata Navîn, çu miletekî mîna Kurd û Tirk, têkelê nava hevûdu nebûne. Herweha biratî û dostaniya Kurd û Tirkan, di sala 1070yî de dest pê kiriye. Piştre jî bi Peymana Amasyayê 1514, dubare biratî û dostaniya Kurd û Tirk çêbûye.
Bi sedê salan aramî û êminatî di navbera herdu miletan de domandiye. Lê piştî avakirina Komarê, ew biratiya bi sedê salan hate rûxandin.
Îro jimara Kurdên ku di nava Tirkan de dijîn, li dora 10-12 milyonî ye. Li van herêman Kurd û Tirk bi dehê salan in ku cîran in û bi hev re têkeliya biratî dikin.
Lê mixabin ev e du-sê heftî ne ku ew biratî û cîrantî ber bi xirabûnê ve diçe. Sedemê vê yekê jî, çend daxuyaniyên hin berpirsên fermî yên bêberpirsyar in.
Divê her kes hişyar be ku gelşeke xirab di navbera Kurd û Tirkan de dernekeve holê.
Ev rojên hanê bûne wek enbara benzînê, divê kes bûjeneke ku çîkên agir diafirîne nêzî wê qadê neke. Yanena, eger hin kesên bêberpirsyar bi navê ”Şerê Kurd û Tirk” hin çalakî li dar bixin, wê encameke pir xirab derkeve holê.
Di vê yekê de zêdetir, divê Kurd hişyar bin û neyên leyztik û kaşkêşiyên serseriyan.
Herweha hêvî ji rayedarên dewletê jî dikim, dema ew dipeyivin, bila axaftina wan bibe wek avê û agirê gurr bitefîne.
Xwedayê mezin welatê me, miletê me biparêze û di nava êminatî û aramiyê de li jiyanê berdewam bike.