zinar @ sivildusunce.com
 

Ciwanên hêja!

Pirseke balkêş ev e ku bête kirin: -Gelo Zimanê Xwedê çi ye?



Bêguman, madem ku Xwedê di hemû heyînên kaînatyê de ye, bêguman di hemû zimanan de jî heye. Madem Xwedê di zimanan de jî cih girtiye, nexwe hemû ziman, zimanên Xwedê ne. Çewa ku bi vê Ayeta pîroz jî eşkere gotiye: ”We min ayatihî xelqussemawatî wel erdî we ixtilafû el sînetî kum we elwanikûm…” (Reng û zimanên xelkên erd û asîman, her yekê ayetek ji ayetên min in) Sûret Rûm, Ayet 22.

Madem ku Xwedayê mezin wisa gotiye, nexwe Zimanê Xwedê ew ziman e ku Xwedayê mezin wek diyarî daye min û te. Îcar tu çi bî, çi tişt bî, yan kî bî, li wê gorê zimanek ji zimanên Xwedê ji bo te hatiye afirandin û wek diyarî-pêşkêşî te bûye.

Piştre, çewa ku berpirsyariya te ji bo parastina laşê te heye, ji bo xwedîkirina jin û zarûkên te heye, herweha çewa ku berpirsyariya te li pêşberê civata te, warê te û mirovatiyê heye, eynî wisa berpirsyariya te ji bo parastina zimanê te jî heye.

Îcar ew berpirsyarî çi ye?

1- Divê tu zimanê xwe biparêzî. Gava te ew parast, divê tu li gor toreya zimanê xwe jî bilipikî. Ev tenê jî ne bes e, divê tu ji bo bipêşxistina zimanê xwe jî xebat bikî. Ji vê jî zêdetir, divê ku tu derfet ji bo domandina zimanê xwe jî biafirînî û bi nivşên nûhatî jî bidî fêrkirin.

2- Dema te ev vatiniyên li jorê bi cih anîn, piştre gava êrîş werin ser zimanê te, çewa ku têne ser te û tu xwe diparêzî, divê tu zimanê xwe jî biparêzî. Ew êrîşên ku werin dibe ku fizîkî bin, dibe ku siyasî bin, dibe ku heşifandin be, dibe ku heşifandina Navnetewî be jî, çewa ku îro bi riya teknîka nûjen çêdibe/dibin û tên, hingê li ser te deman e ku tu li pêşberê wan berxwedan bidî û serhildan bikî, li gor tewr û rewşa êrîşan bi tundî bibî asteng û bi hemû texlît çekên aborî û yên zanistiyê di eniya teknîk û zanînê de ji bo parastinê bi kar bînî.

3- Dema te ev parastinên hanê bi vîn û daxwaz kirin, hingê tu li ba Xwedê jî û li ba neteweyê xwe jî kesekî sufte yî, merd î û camêr î. Xwedayê mezin jî wê te bi dilovaniya xwe şadan bike û xweşiya xwe li ser te bibarîne. Herweha piştî mirina te jî, wê berxwedana te bibe rêber û pêbawer ji bo milyon kesên ji nijada te. Wê hingê tu dibî nemir, nayêtî jibîrkirin û dê wargeha te jî di nava qulçavkên nivşên nûhatî de bête meyandin.

De îcar xebat û geşkirina zimên ji te û bereket û serwet jî ji Xwedê, her şad û bextewer bin…

 

Riataza