zinar @ sivildusunce.com

Tê gotin ku Mûsa û Xizir hevdemên hev bûne. Lê dûredûr hev nasiyane û hiskirina wan ji hev re çêbûye.

Di wê navê re Xwedayê mezin jî ferman daye Mûsa Pêxemberî û gotiye: ”Here Xizir bibîne û pê re dostanî deyne.” 
Piştre Mûsa derketiye û çûye li Xizirî geriyaye.

Mûsa Pêxember çûye Bakûrê Kurdistanê û li herêma Dêrsimê pirgê Xizir bûye. Piştî pirsîna hal û rewşa hevûdu, Mûsa Pêxember pêşniyara dostanî û hevaltiyê li Xoceyê Xizir kiriye.

Xizir jî gotiye Mûsa:
- Ji bo dostaniya min û te, şertên min hene, eger tu qebûl bikî, ez jî dibêjim erê. Yanena, ez pêşniyara te qebûl nakim.

Mûsa Pêxember gotiye Xizir:
- Ka şertên xwe bêje.

Xizir gotiye:
- Ez çi bêjim û çi bikim, divê tu ji min nepirsî û nebêjî çima te wisa kir?

Mûsa Pêxember gotiye:
- Eger şertên te ev bin, ser seran û ser çavan. Min ji niha ve qebûl e.

Mûsa Pêxember û Xocê Xizir li keviya Gola Çetoyê destên biratiyê dane hev û bûne dost û heval. Her ku çûye, dostaniyeke germ di navbera wan de domandiye.

Rojekê Xizir xwestiye ku ew û Mûsa Pêxemberî ji xwe re bigerin. Mûsa jî daxwaza gerê pejirandiye. Piştre herdu derketine rê û çûne…

Xoceyê Xizir û Mûsa di rê de li gelek kesan rast hatine û bi wan re peyivîne.

Di wê rêwîtiyê de pêrgê lawikekî piçûk bûne û Xizir lê daye ew kuştiye. Mûsa Pêxember pir jê aciz bûye û bi xeyd gotiye Xizirî:
- Bira, çima te vî lawikî kuşt? Ne hêj zarûk e!

Xizir gotiye Mûsa Pêxemberî:
- Mûso, ma min negotibû te, heke min çi kir jî, divê tu li dij dernekevî û ne jî bipirsî?

Mûsa Pêxember gotiye:
- Bibore, min jibîr kiribû. Yanena min nedipirsî.

Piştre Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxember çend roj li riya xwe çûne, gehane keviya deryayekê û xwestine ku derbasê aliyê dî bibin. Herdu çûne ba kelekvekî, li keleka wî siwar bûne da herin aliyê dî. 
Xizir dema siwar bûye, bi gopalê xwe lê daye û kelekê qul kiriye, av ketiye nava kelekê û heta bersingê di nava avê de mane. Kelekvan jî giriyaye û gotiye Xizirî:
- Çi heqê te hebû ku te keleka min qul kir û te nanê zarûkên min birrî?

Xizir gotiye Kelekvanî:
- Bajo, bajo, tu karê xwe bike...

Mûsa Pêxember bi qulkirina kelekê pir aciz bûye û xwe ranegirtiye, bi xeyd gotiye Xizirî:
- Bira, çima te keleka vî feqîrê Xwedê qul kir? Va ye em ê jî bixeniqin.

Xizir dîsa gotiye:
- Mûsa, ma bazara min û te ev bû ku tu pirsan ji min dikî?

Mûsa Pêxember li xwe varqiliye, dîsa lêborîn ji Xizirî xwestiye û gotiye:
- Bibore, min dîsa jibîr kir. Yanena min nedipirsî.

Kelek hêj di nava avê de bû, keştiyeke rêbiran hatiye ketiye pêşiya kelekê û peyayên wê dest danîne ser kelekê, Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxemberî dîl kirine. Lê dema dîtine ku kelek tije av e, dest ji wan berdane û çûne.

Piştî ku Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxember ji kelekê derketine bejê û li rê çûne, pir birçî bûne, ew li gundekî rast hatine û çûne ber deriyê malekê nan xwestine, lê nan nedane wan. Çûne ber deriyê maleke din û nan xwestine, ew mal jî nan nedaye wan. Li wî gundî malo malo geriyane û nan xwestine, kesî nan nedaye wan. Ha wisa herdu birçî ji nava gund derdetine ku herin, li keviya gund kavilekî dîtine, ku dîwar û ban tev hilweşiyane lê tenê dîwarek maye, ew jî xwar bûye û li ser ketinê ye. 
Xoceyê Xizir destê xwe li aliyê xwar ê dîwêr hesikandiye û dîwar mîna berê rast bûye.

Mûsa Pêxemberê ku hewqas birçî bûye û ku li wî gundî kesî nan nedaye wan, di ser de jî ku hevalê wî Xizir dîwarê xwar ê wî gundî rast dike, pir aciz bûye û bi xeyd gotiye Xizirî:
- Bira, niha tu zanî ku tu çi dikî?

Xizir gotiye Mûsa:
- Erê ez dizanim ku ez çi dikim. Çima?

Mûsa gotiye:
- Na, tu nizani ku tu çi dikî. Vî gundî qenim nanekî nedane me, em ji nêza dikin ku bikevin, hêj tu dîwarê wan jî rast dikî.

Xoceyê Xizir gotiye Mûsa Pêxemberî:
- Bira, hevaltî û dostaniya min û te li virê bi cara sisiyan bqediya. Ji niha û şûnde êdî em ne heval in û ne jî bira ne. Tu bi riya xwe ve here û ez ê jî vegerim Dêrsima xwe...

Mûsa gotiye:
- Çima, ka bêje? Ji bo çi?

Xizir gotiye:

- Pa lê, ya pêşî, eger min wî zarûkî nekuştiba, dema ku ew mezin bibûna, dê wehşeteke pir mezin bi xelkê kiribûna û xwezayê jî rûxandiba.

Ya diduyan, eger min kelekê qul nekiriba, wê rêbiran kelekê ji kelekvanî stendibûna û wê me jî wek kole pê re biribûna. Lê wan bawer kir û em ê di ava di nava kelekê de bixeniqin, des tji me berad û çûn…

Ew dîwarê ku min ew rast kir jî, kavilê xaniyê çend sêwiyan bû. Bavê wan zarûkan zêr xistibûne binê dîwêr û ji zarûkên xwe re veşartibû. Eger min dîwêr rast nekiriba, dê hilweşiya û dê zêrên wan xelkê ji xwe re biribûna. Dema zarûk mezin bibin, wê kavilê xwe ava bikin û wê zêrên xwe di binî de bibînin.

- Li ser vê meselê ye Kurd dibêjin: QEWLÊ NEBÊ SÊ CAR IN.

x x x

- Niha jî kal û pîrên Dêrsimê, dema radibin û rûdinin, dibêjin YA XIZIRÊ KAL! 
- Dema yekî Dêrsimê dikeve xeterekê, dibêje: YA XIZIRÊ SER KELEKÊ!
- Bi vîna daxwaz û alîkariyê jî bo Xizir dibêjin: YA BAVÊ BÊKES Û BÊXWEDIYAN!
- Tiştê balkêş ev e ku dê demê li nava Kurdan ne navê ELÎ HEBÛ Û NE JÎ ELEWÎTÎ...

ROJIYA XIZIR
Li Dêrsimê Rojiya Xizir di meha sibatê de sê roj in, roja 12, 13 û 14ê mehê tê girtin.
Ev roja 14 jî balkêş e ku ROJA HESKIRINê lê rast anîne

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser meseleyên wisan...