zinar @ sivildusunce.com
Roja yekşemê 07/06/2016 êvarê, niyet ji bo girtina Rojiya Remezana 2016an dest pê kir û roja 8ê mehê bi awayekî fermî Rojiya Remezanê dest pê bû.
Pêşî dibêjim, meha Rojiyê li Neteweyê Kurd pîroz be, bi hêviya şademendiya Kurdên jar û birçî û hemû bawermendên rasteqîne, di rojiyên pêşerojê de serkeftî bin...
Gelek pirs ji min re tên, ku ew ji ber hin sedemên leşsaxî û wekî din nikarin rojî bigrin. Ew dikarin çi bikin çi nekin? 
Hin pirs jî (biborin) li ser têkiliya cinsî hatine ka di rojiyê de çewan e?
Bêguman Xwedayê mezin gotiye ku ew di perestiniyê de çu zehmetî bi evdên xwe dane kişandin.
Bi rastî rojiya îsal, ne wek ya salên bihurî ye; germeke zêde li hin herêmên Kurdistanê heye û saetên rojê jî pir zêde ne.
Bi kurtî dikarim weha bêjim: 
- Eger girtina rojiyê xisar bide kesên nexweş, yên ku leşsaxiya wan ne li cih be, xasma jî dayikên ku zarûkên wan ên şîrmij hene, divê ew rojî negrin.
- Herweha kesên rêwî, kesên jar û belengaz ku xwedîkirina jin û zarûkan tenê li ser destmiza wan a rojane ye, eger ew rojî bigrin û nikaribin kar bikin, dikarin rojî negirin. 
- (Biborin) jinên ku dikevin cilan (kiras/hatina xwînê) rojîgirtina wan bi temamî heram e.
- Kesên ku leşsaxiya wan ne li cih be, kesên ku bingeha wan qels be û xisar ji girtina rojiyê ku bibînin, ew dikarin rojî negrin.
- Têkiliya cinsî ya nêr û mê, yan jî yekalî, di dema rojiyê de heram e. Lê kesên ku niyet ji bo girtina rojiyê neanîne, ew heramî ji bo wan tune. 
Eger kesên bi rojî, şihitîn û di vê rojiyê de têkiliya cinsî kirin, wê kefareyekî zêde bidin.
Kesên ku ji ber van rewşên ku hatin gotin rojî negirin, wê kefare bidin. Kefare jî, ewêziya wê rojiya ku nehatiye girtin e. 
Şerm û fedî di meseleyên olî û zanistî de tune, bila her pirs bête pirsîn.
Di vê babetê de eger pirsine taybet hebin, bişînin ser vê e-mailê: (pencinar.z@gmail.com)
Kefare çi ye?
Kefare bedêlek e ji bo wê roja ku rojî tê de nehatiye girtin. Bi qederê 2.5 kg. gemin, ji bo her rojekê bidin jarekî, belengazekî û kesekî jirêketî. Di şûna genim de dirav jî çêdibe ku bête dayîn. 
Yanî ji bo 30 rojên rojiyê, 75 kîlo genim e. Ev wek pere jî dike li dora 80-100 lîreyên tirkî. 
Piştre eger rewşa leşsaxiya kesên ku rojî negirtiye xweş bibe, ango ew were ser hêza xwe ya berê, wê dîsa rojiya ku negirtiye bigire, ji vê re ”qeza” tê gotin.
DI MEHA ROJIYÊ DE DIVÊ BIHNA MERIV TENG NEBE, XUYÊ MERIV XWEŞ BE, AXAFTINA MERIV BI HER KESÎ RE RIND BE Û BI RÊZMENDÎ TEVGERA MERIV BERDEWAM BE. YANENA ROJIYA MERIV JI BER ŞAŞIYEKE PIÇÛK JÎ BETAÊ DIBE.
Rojiya Remezana 2016an li hemû bawermendan û Neteweyê Kurd û li Alema Îslamê pîroz be.