Ewrên ku ji roj ve bi baranê avis bûn, nivê şevê dest bi zayinê kiribûn.
Baraneke gurr bê navber dibarîya, birûskên ku kesê herî wêrek li hember heybeta wan nedikarî bêje
“Ez natirsim” tunebû; wê şevê jî bi emrê Xwedê hatibûn xezebê.
Jinik û mêrê xwe piştî şîvê hinekî dabûn ber hev, dengê şerê wan li seranserê bînayê belav bibû. Jinik ji mêrê xwe xeyîdîbû û balgeha wî dabû dêst û gotibû:
“Here li salonê razê”
Ji birûskê gelekî ditirsîya, wî baş zanibû heta ku jina wî li bal wî nebe, wê nikaribe razê.
Ji tirsa birûskê newêribû li pacê binêre. Tevî ku ber pacê him perdeyên qalind him jî yên tenik hebûn.
Jin û mêr çend meh berê bi zora jinikê, çûbûn perdeyên xwe nû kiribûn. Ji xwe çi dema jinikê bixwesta amûreke malê biguherîne, mêrik çiqas li ber xwe bida jî dîsa jinikê bi ya xwe dikir. Ew şev jî dîsa ji bo ku wî daxwaza jina xwe neanîbû cî, jinikê ew ji ser nivîna xwe qewirandibû. Ber destê sibê re mêrîk xwestibû here ser nivîna xwe, jinikê şertê xwe jê re dûbare kiribû û mêrik neçar mabû ku daxwaza wê bîne cî, naxwe wî dizanibû ku heta jinik bi ya xwe neke wê nehêle ew nêzî wê bibe. Feqîro nedikarî şevekê jî, ji jina xwe cûda bimîne…
Çû serşokê qêrîn jê hat:
“Ay babo! Oy dayê! Pişta min şikest”
Jina wî bi dengê wî hat nav derî, lê nihêrî, awirekî tûj avêt û got:
“Rabe ser pîya! Ez zanim tu derewan dikî”
Û xwe li ba kir çû oda xwe. Mêrik hinekî bi tirs da dû jinikê, hêdîka kete bin lihêfê, milê xwe aland pişta jina xwe û gotê:
“Evîna min te ez efû kirim?”
Jinikê bêyî ku berê xwe bide mêrê xwe, got:
“Ka te ew gustîlka ku min ecêbandibû nekirî?”
“Delala min, ma tu nizanî ew gelek biha ye, ka ez çawa wê bikirim?
“De tu zanî naxwe here salonê razê”
“Temam, hema bila mal û milkê min gişt qurbana te be”
Jinikê berê xwe da mêrê xwe, destê xwe di nav porê wî de gerand û lêvên wan venişt ser hevdu, her du jî wê şevê heta sibê ranezan.
Rojbîn Ozkan