rojbin @ sivildusunce.com

Di berbanga biharê de ji nû ve dawîya meha Adarê barîna Berfê zarokan mirovan gelek bextewar
kiribû. endamê malê giştî drketibûn ber derî bi berfê dileyiştin.
Xweza weke keçek xama bûkanîya spî li xwe kiribû. lê ne barîna berfê ne derd û kulen jîyana;
Di rojeva Elîfê de tenê xortê çavkesk bû. erê xortê çavkesk! Wê ew nav lê kiribû ji ber ku hê navê wî jî
nedizanî. Ew çend roj berê li markete pergî hev hatibûn.
Dema Elîfê turikên xwe girt destê xwe ber bi kasê çû ket rêzê ew jî gavek li peşîya wê de bû. berê xwe
da Elîfê:
“Tu keremke turîkên min zêde ne li benda min nemine”.
Ev tevgera wî ya kubar gelek xweşê Elîfê çûbû. Lê ne tenê tevgerên wî, çavên wî ên kesk bişîrîna wî,
porê wî ên dirêj her li ber çavê wê bû.
Elîf bi dengê zengila derî ji xayelên xwe dûr ket. Ê kul i derî xistîbû keçîka cîran bû:
“Bibore kekê min nexweş e. Gelo dibe ku tu werî serum pêde bikî?
“Baş e ser çava”
Elîf li nexweşxaneyek taybet de hemşire bû. Wê çû oda xwe cil û bergên xwe guherand û çû malîkê.
Dema derî vebû. Ji boy Elîfê weke ku derîyê behişte vebe. Belê ne xeyal bû, ew bû. Xortê çavkesk li
ber derî rawestîyabû. Dîsa wan çavên xwe ên kesk lê dinherî.
“Fermo! Hemşire Xanim dayika min li oda xwe de ye”
Elîf sê roj li pey hev ji boy ku derzîya cîranê xwe lê bixe çû malikê di heman demê de ew
Kinyas êdî hevdû nas dikirin. Ew jî roj bi roj evîna xwe ya ku hê haya Kinyas pê tunebû, di dile xwe de
mezin dikir…
Qasê du meh li ser hevnasîna wan borîbû rojek ew û kinyas li asansore pergî hev hatin. Kinyas
pêşnîyara ku li derve bi hev re qehweyek wexwin kir. wê jî bi dilşadîyek mezin ew qebûl kir.
Ew roj hewa gelek xweş bû tav li ser asoyê welat diteyîsî. Xweza li benda baharê bû.
Elîfê fistanek reş li xwe kiribû. dismalek şînê asmanî dabû serê xwe. Tevê makyajek xwerû bi dile xwe
yê hêvîberz çû pastxanê. Kinyas berê wê hatibû cihek li ber pacê rûniştin. Dile Elîfê weke çivîkek
serjêkirî diperpitî. Kinyas jê pirsî bê ka ew çi vedixwe.
Wê çîkoleteyek germ Kinyas jî Qehweyek wexwar.
“Li min bibore ezê çawa destpê bikim nizanim, lê ew demek dirêje ku min dixwast ez bi te re
bipeyivim.
Kelecana Elîfê her ku diçû zêde dibû. Wê êdî sedî sed bawer dikir ku Kinyas jê re pêşnîyara zewacê
bike. Kinyas fincana di destê xwe de danî ser masê pala xwe da kursîyê desten xwe berhevkir:
“Zanî li kargeha me de endezyarek heye. Rastî ez dixwazim we bi hev bidim nasîn. Ka tu çi dibêjî?

Xeyalên Elîfê ji bînî ve hilweşîya bûn. wekî ku sîtîlek av sar li ser serê wê de rîjandi bin , di cihê de
bistek şaş mayî li rûyê Kinyas nihêrî û paşê pirsî:
“Hevalê te?”
“Belê hevalê min Serdar. Tê bîra te carek em li hewşa apartmana me de pergî hev hatibûn me silav da
hevdu hingê xortek li gel min bû? ew Serdar bû. Hingê wî te gelek ecêbandîbû. ji min re got ez
dixwazim bi Elîfê re bipeyivim”
Serdar wê rojê pêşnîyara zewacê li Elîfê kir.
Elîf wekî zarokek pîlîstoka wî ji desten wî hatibe girtin hêvîşikestîbû.
Wê nedizanî çi bike. Tenê bi kubarî pêşnîyara Serdar bi şûn de vegerand û destura xwe ji wan xwest.
Kinyas bi wê re heta ber derî hat dema Elîfê xatir jê xwest di dile xwe de axînek kûr kîşand û got;
“Oxir be evîna min”

Rojbin Ozkan