rojbin @ sivildusunce.com

Ew roj,  gure gura ewran û xuşe xuşa baranê qed nedisekinî. Tarifiqa wê bajêrê li benda hincetek weha bû ku, bêhtir şênîyên bajêr ji xwe aciz bike.

Pêşengeha pirtûkan bi hemû rewneqdarîya xwe ve pêşwazîya nivîskar û xwendewanan dikir.

Dema gehîşt peşengehê nema êdî wextê wê boy gera standên dî mabû.

Hema raste rast çû standa weşanxaneya xwe ya ku, wê rojê jê re roja îmze li dar xistibûn.

Heta niha gelek caran beşdarê pêşengehan bibû.

 Gelek pirtûk ji zarokan re îmze kiribû, lê kelacan wê ya hevdîtîna rû bi rû li gel zarokan tu car wenda nebibû.

Herçendî nivîskarên hevalên wê ji şemateya zarokan bi gazin bûn jî, ew ji vê  rewşê gelek dilxweş bû.

Hezkirinek wê ya zêde li hember zarokan hebû:

-Xanima delal!

 Bi dengê keçikek piçûk berê xwe da hemberê xwe.  Keçikek por zer û çav hêşin bi rûkenê pirtûka wê bi awîrek şermokî dîrejê wê kir

Wê pênûsa xwe girt destê xwe bi dilovanî jê pîrsî:

-Navê te bi xêr?

-Navê min Xanze ye”

-Tu bî navê xwe ve bijî. Naxwe em hevnav in.  Ka were nêzî min. Kî ev nav li te danîye?

Keçik nêzî wê bû:

-Bavê min.

-Baş e, silavan li bavê xwe bike.

-Bavê min jî li vir e. Ew jî pirtûkên xwe îmze dike.

 -Ooo! Ka bêje navê bavê te çibû nebê tu jî bibî nivîskar; wek bavê xwe. Ki dizane rojekê tu yê jî pirtûka xwe ji min re îmze bikî!

Keçik kenîya:

-Navê bavê min Selîm Rêbaz e.

-Çi! Selim Rêbaz?

Di berbanga payizê de beî ku belgên daran zer bibe hê bêhna havînê ji hewayê dihat…

Sibê zu ji xew şîyar bibû, çentê kompîtorê girt destê xwe û berê xwe dabû parka nêzî malê.

Selîm ew roj jî wekî her sibe jî rîya meşa parkê de dimeşîya. Ji mêj bala wî li ser wê bû.

Gelek caran li wê parkê pergî hev hatibûn. Lê ji boy hevnasînê têra xwe wêrek nebibû, bes ew roj hemû tirsa xwe dabû alîkî ber bi wê ve meşîyabû:

-Ji te ra qewet be nivîskara hêja!

-Spas dikim, lê li min bibore wekî cenabê te jî dibîne wextê min ê sohbetê tune.

-Baş e, navê min Selîm e.  Gelo  dibe ku em rojekê li dere kî qehwe an çayek wexwin?

-Nexêr ezbenî, nabe!

Ev tevger Selîm gelek aciz kiribû, di heman deme de bibû sedem ku Selîm ji rikê wê re ji daxwaza xwe nayê xwarê. Lewre piştî wê rojê Selîm bibû şopînerê wê…

Piştî çend rojên dî ku Selîm gelek caran jê re daxwaza hevnasînê kiribû û wê ji qebul nekiribû; dîsa di heman parkê de pergî hev hatin.  Hingê li benda silava Selîm nema. Ber bi wî ve çû xwe pê da nasin.

Ew roj bû destpêka hevaltîya wan. Çend roj şûn de hestên Selîm ên derbarê wê de behtir xurt bibû…

-Tenê xew dikare êşên me bihewîne.

Nivê şevê bi dengê peyama telefonê ji xew şîyar bû

-Ma çi êşên tê ên giran hene ku, tenê xew dikare wan bihewîne?

“Dema bilbil ji gula xwe dûr bikeve çi dikare jê re bibe derman?

-Xwezî hemû êşên jiyanê weke derdê bilbil bûya! Ji bîr neke;  xew, xeman dihewîne, lê di heman demê de jî hêvîyên nû di paşila xwe de diwelidîne.

Bi vê bersivê ve hêvîyên nû nuqîtîbûn dilê Selîm. Xwe bi xwe digot: “Hêvî reşbînîyê pîne dike”

 Êdî  têkez biryara zewacê dabû. Di bêdengîya şevê de hest li helbestan diqelibî. Peyam li pey hev hev dihat nivîsandin. Ya rast ji peyam bêhtir te digot qey risteya helbestan ji hev re dinivîsînin.

Lê mixabin ew rojên xweş zu kuta bibû. Dema Selîm pêşnîyara zewacê lê kiribû hîn daxwazên hev de li hev nekiribûn. Di nav bera wan de  pisgirêk derketibû.  Hestên Selîm li hember  xwedbînîya wî de têk çû bû.

-Şev strana xeman dilorîne.

-Erê Can rast e. Şev mazuvanîya hestên me û xemên me dike. Lê gelo em bi xwe bi biryarên xwe ve ji xwe re xeman nafirînin? Û paşê jê re dibêjin: “Qeder”

Piştî wê Rojê  ji wê bajarê bar kir, nema wê û Selîm êdî hevdu dîtin…

-Wa bavê min jî hat!

Bi dengê keçikê berê xwe ji rabûrduyê vergerand jiyana rastin. Piştî deh salan Selîm li hemberê wê bû.  Serê wî di berda hêdika silavek lê da û pirtûk dirêjê wê kir:

-Bila îroj ez jî bibim zarok, ji kerema xwe re vê pirtûkê ji min re îmze bike!

Bistek li nav çavê Selîm nêrî û paşê pirtûk îmze kir:

-Hîn xeletîyên pêşerojê dibin kap û li gewrîya mirov dipiçikin. 

12.11 2028

Stenbol 

 

Îmze Xanze

Selim rahihişt pirtûk ji destê we vergirt.

Poşmanîya paşerojê xwe di awîrên wî dida der. Tenê peyvek ji devê wê derket:

QEDER

Rojbîn Ozkan

28.8.2018