Êvarê kirasekî reştarî li asoya bajêr pêça bû, çiqilên daran li ber bayê direqisîn, em her sê hevalên ku ew du sal bû di heman malê de diman, wê êvarê dîsa li şaneşînê rûniştîbûn û bibûn xemkûjên hev.
“Xeyal ji hevîrê hêviyan diafire”
Gulbînê, bêyî ku firek çay berde ser hinavên xwe, got: “Erê rast e, hêvî dike ku tu bêhtir bi çavekî xweşbîn li jiyanê binêrî, lê ku hêvîşikestî bî, hingê berevajî vê rewşê, tu yê kirasekî reş li heviyên xwe bipêçî. Ma dibe ku ji ber tirsa hêvîşikestinê mirov bêhevî be? Na! Helbet nabe! Lê! Lê hingê em ê xwe raspêrin bextê qederê.”
Min lê vegerand.
Gulbînê îskana çayê danî ser sêpa ber xwe, her du destên xwe bire nav porê xwe, bi tiliyên xwe porê xwe şeh kir, berê xwe da min: “Erê wele em ê xwe bispêrin qederê, lê hêvî jî dibin dia, dia jî berê qederê diguherîne.”
“Keçê bes e, ew çi ye hûn ketine nav felsefeyeke hûr û kûr, rabin ser xwe em di malê de kurmî bûn.”
"Wele qeder nayê di malê de te nabîne, divê tu li pey bigerî.”
Zeryayê got û bi awirekî hêrsbûyî hat li rex me rûnişt.
“Hey lo lo, te dîsa peyva qederê li zewacê ve girê da, heyran ma qeder tenê ji bo zewacê tê gotin? Ev du sal e, li karekî baş digerim, Gulbîn salek e dixwaze here derveyî welêt.”
“Na, heta em xêliya sor nedin serê Zeryayê wê her tim li ser serê me bike pilepil, ya baş ew e, em herin kolanên bajêr, bikevin pey nêçîra xortan.”
Gulbînê bi henek li min vegerand: “Of ya! Boy Xwedê hûn çima ewqas xemsar in, ma xwestina zewacê tiştekî xirab e?”
“Na! Helbet em gişt jî dixwazin bibin evîndar, bizewicin, lê kes wekî te xeyalên zewacê ji xwe re nake kirasê derd û xemên dinê, şo û berşo li xwe nake. Kengî wext hat, wê hemû kes rastî qismetê xwe werin.”
Bersiva min têra xwe Zeryayê qanî nekiribû.
Rabû ser piyan, destên xwe kir bêrika aşofmanê xwe, li me nihêrî, kenekî sar li ser rûyê wê weniştîbû: “Hûn her du jî derewan dikin, hûn jî herî kêm qasî min zewacê dixwazin, lê qasî min wêrek nînin, li xwe mûkir nayên.”
Di rastiya xwe de Zerya pir jî neheq nebû, erê me qasî wê daxwaza xwe bi lêv nedikir, lê xeyalê xortekî qeşeng û malbateke bi aram her di dilê me de bû.
“Wele ez nema dikarim bi we re çenebaziyê bikim.”
Zeryayê got û rahişt mifteya erebeya xwe, bêyî ku ji mal derkeve, Gulbînê bang lê kir: “Keçê qet nebe bi erebê neçe civatan, ma tu nizanî mêr ji jinên pêşketî ditirsin.”
“Çi? Keçê tu henekên xwe bi min dikî, an rastiya vê gotinê heye? De baş e, sibê daweta pismamê min e, ya baş ez bêjim bila yek ji xortên malbatê ereba min bajo, dibe ku berendamekî baş were dawetê.”
Kenên min û Gulbînê dikir ku cîran bên derê me û me şermezar bikin.
Zeryayê bi tevgera me bêhtir xwe lezand bêyî ku ew ji mal derkeve: “Keçê tenê ji bo xwe çav li xortan negerîne, Xêra bavê te, ez yekî rengesmer û bejindirêj dixwazim, lê Dilba ji çavkeskan hez dike.”
“Kê gotiye ez çavkeskan hez dikim wele ez jî rengesmer û çavreşan hez dikim.”
Min li Gulbînê vegerand: “Hûn daxwazên xwe ji Xidirnebî re bêjin, ez ê herim ji xwe re xortekî qeşeng bibînim, boy min rengesmer e yan zerîn, tu ferq nîne.”
Zeryayê got û paşê destên xwe danî ser milê min û Gulbînê û gotina xwe domand: “Bijî berxwedana keçên zewacxwaz! We got erê?
“Erê, erê hezar car erê”
Tavilê Zeryayê serî li min û Gulbînê tewand.