rojbin @ sivildusunce.com

Rengê payizê hedî hêdî xwe nîşan dida.  Nûşa ew çend roj bû daxwaza çûyina şanoyê dikir. Lê kêçên taxê bi tevê xwîşka wê Nûvayê ve  wê rojê biryara çûyina seyranê dabûn.
 
Cihê ku ji boy seyranê hilbijartibûn  ber qeraxa behra Wanê  cihekî seyranê yê herî xweş bû.
Xencî  wan gelek kesên din jî hatibûne seyranê.
 Ji ber  ku seyrangeh nêzikê gundekî bû hinek jinên gundî jî bi bûk û zarokên xwe we hatibûn seyranê.
 Gundî  ne tenê ji boy seyranê hatibûn, hinekan bi xwe re xalîçe û berên xwe anîbûn ber qeraxa behrê dişûştîn.
Piştî xwarin û wexwarinê Nûvayê ji hevalên xwe re got:
“De baş e em ji biçin ji xwe re hinekî bimeşin.
Lê hê ji cihê xwe nelivîbûn bi dengê pirejinekî ku ji bûka xwe re çêr dikir li cihê xwe de sekinin. Lı wan guhdar bûn.  Jinikê  ji bûkê re pirsa digot bûk jî jê kêm nedima.      
“Qîza kerê, ma min ji te re negot ew çaydang hê nûye tu wê tînî didî ser êgir. 
“Ji ku çaydang nûye bi kêmanî deh sal ew çaydank li malê ye, ji xwe ê mina te mirtib ji boy tiştên bê qimet xwe rezil dikin. 
“Erê min mala bavê te neditiba ez mirtibim yan dîya te.
“Heşa ji dîya min, dîya min çima dibe hevalê te.
“Heyfa texsîyê ku min da qelenê te lê min bizanibîya keçek wek te didin min,
 min qet ew texsî danî ber derê mala bavê te. 
“Çi texsî, çi texsî teneka spî re jî dibê texsî.
 “Xwedê mala bavê te mîrad bike, ma ne bavê te qet tenaka reş ji neda bû te.
Nûva û hevalên xwe bi gotinên jinêkê û bûka wî ecêp mabûn
“Keçno! min fam nekir, tenaka reş çîy e? Nûvayê bi ken ji hevalên xwe pirsî 
  “Ji sobê re dibêje jinikekî gundî got. 
 “De bese em bi vê bûyerê pir xeriqîn werin em ji xwe re bi meşin.
“Ew ê demeke din li hev werin” got zarokekî piçûk. “ji xwe halê dapîra min û dayika min ew e ew heroj şer dikin roja ku ew şer nekin ez dibêm qey ew îroj ji hev xeyidîne.
“Bi Xwedê ez di jîyana xwe de ewqas çûme şanoyê tu şano ewqas xweş nebû.
“Nûşa, te digot, “em biçin  şanoyê tu hê dibe; “Şano” 
“Na lo şanoya herî xweş li vir e.