Çîrokek ji devê bavê min Melle Muhammed.
Melayên Kurdistanê her yek di berîkên wan de bi sedan çîrok û serpêhîtîyên ku divê mirov tomar bike û jê sûd werbigre hene.
Bavê min Melle Muhammed jî Xwedê me di xatirê duayen wî yek ji van alime Kurdistanê ye k udi Medreseyan de perwerde dîtiye û ji wê ava teberek wexwarîye.
Gelek caran bavê min ji me re çîrok û serpêhatîyên sûdwer dibêje. Lê mixabin ji ber ku em zêde bi karê dinya derewîn ve xeriqîne, em wan çîrokan tomar nakin. Par zivistanê wan rêjên pandemîyê ên giran de ku taybet kalemêr ji mal dernediketin, em li dora bavê min kom dibûn me digot bila bêhna wî teng nebe. Wî jî ji me re hîn çîrok an serpêhatî vedigot. Yek ji wan çîrokan gelek bala min kişand û
min hingê ew nivisand. Niha dixwazim bi destura we ji we re parvebikim.
Dimek ji demên berê zilamek bazirgan di rêwîtîyekê de hêştira xwe wenda dike. Di çolê de li hêştira xwe digere. Pêrgî sê zilaman tê û ji wan pirsa hêştirê dike. Yek ji wan kesan dibêje:
“Ma gelo hêştira te rehwan e?
Zilam dibêje:
“Belê hêştir rehwan e.”
Zilamê dî dibêje:
“Ma gelo dûvê hêştirê hebû an na?”
Zilam dibêje:
“Nexêr duvê hêştirê tune ye”
Zilamê sêyemin ji dibêje:
“Ma gelo barê hêştirê dims e?
Zilam şaşmayî dimîne dibêje:
“Belê barê hêştir ê dims e. Naxwe hûn diz in. we hêştira min dizîye.”
Hersê zilam xwe didin ber sonda dibêjin nexêr em diz nîn in. Lê bazirgan ji wan bawer nake dibêje hûnê li gel min werin em ê herin dîwana mîr hûn derde xwe ji mîr re bêjin.
Hersê mirov ji boy ku bêsucdarîya xwe bidin dîyar kirin, pêşnîyara bazirgan qebûl dikin û diçin dîwana mîr. Zilamê bazirgan hemû bûyerê yek bi yek ji mîr re dibêje.
Mîr ji hersê zilaman rastîya bûyerê dipirse. Ewna ji mîr re dibêjin:
“Em ne diz in, lêbelê em di rê de pergî rêça hêştirek rehwan hatin. Ajalên rehwan rêça wan ji yên dî cuda ye. Her veha di seranserê rê de mêş kom bibûn. Mêş tenê li cihê ku şêranî lê hebe kom dibin. Û di rê de rêx li ser hev kom bibûn. Hêştirên ku duvê wan tunebin rêxê belav dikin.”
Piştî ku mîr guhdarîya zilaman dike; ji bazirgan re dêbêje. Wele ev camêr diz nîn in. Ewna tenê mirovên arraf in. Tu here ji xwe re li hêştira xwe bigere. Mîr hersê zilaman di koşka xwe de dike mêvan. Ji xulamên xwe re dibêje sifreyek dewlemend amade bikin û qedrê mêvanan baş bizanibin.
Dema ku sifre amade dibe mîr li paş derî mêvanên xwe dizîka gûhdarî dike.
Yek ji wan dibêje; Ew goştê berxêye ku bi şîrê se mêtîye. Ya dî dibêje; hevîrê nan jinek di nexweşîya heyzêde sitraye. Yek dibêje ev tirîyên ji rezê goristanêye. Yek jî dibêje; mîrê me pinc e.
Mîr li paş derî gelek hêrs dibe, bangê şîvanê xwe dike, jê dipirse bê ka berx bi se daye mijandin an na?
Şîvan dibêje belê ji ber ku şîrê mihê kêm bû min berx bi se da mijandin. Duv re mîr bangê xidama malê dike jê dipirse bê ka dema hevîr sitra bi heyz bû an na? Xidam dibêje bele. Duv re bangê rezwan dike dipirse ev tirî ji kijan reze bû rezwan dibêje ji reze nav goristanê ye. Duv re diçe bal dîya xwe jê dipirse dibêje dayê rastîya vê bûyerê çîye? Dîya wî dibêje; kurê min bavê te zarok jê çênedibû. Ez carek bi xûlemek re razam û bi te ducanî bûm.
Mîr şûrê xwe dikşîne tê bal mêvanan dibêje de îcar bêjin we ji ku ev tişt zanîn?
Mêvan dibêjin; goşt li ser avê diket. Pezên ku bi şîrê se bimêjin goştê wan bi ser avê dikeve. Behna axek giran ji tirî dihat. Tenê rezên ku li gorîstanan li ser goran şîn dibin bêhna wan giran dibe. Ji ber ku hevîr baş nehatibû sitrandinê nan sist bû hingê me zanî jinik bi heyze. Jinên nav heyzê de bişta wan diêşê û nikar in zêde hevir bistirên. Bes boy gotina dawî bê deng dimînin ji mîr ditirsin. Mîr hêrs dibe
dibêje gotinên xwe biqedîn in. Mêvan dibêjin; me zanî tu pinc î, lewre li gor edetên me tenê kesên pînc li gel mêvanên xwe ve li ser sifrê rûnanên û paş derî gudar dikin.
Mîr kisek zêr dide wan û dibêje ji vê deverê dûr bikevin hûn diçin ku biçin, bes bila kes raza min nehese.