Di berbanga êvarê de roj hêdî hêdî ji me xatir dixwast. Ez ê çend mehê dî beketama ezmûna zankoyê, lewma wextê min ê ku ji dibistanê dima, ew wext ji boy min gelek pîroz bû. Divîya ez bi şev û bi roj herdem bixebitima daku beşek zankoyê bi dilê xwe bidest bixista.
Ez wê şevê dîsa weke her car di menzelê de xwe deruniştibûm û dixebitîm.
“Nûjîn delala min!”
Bavê min bi dengek dilovan bangê min dikir. Rastî ez ji dengê bavê xwe baş dizanim kengî bextewar e, an bi hêrs e!
Dema ku bi hêrs be tenê dibêje; Nûjîn lê ku kêyfa wî li cîh be dibêje; Nûjîna min, an delala min.
Bele, ez ne xelet bûm rastî jî bavê min gelek bi kêyf bû.
Lê ew bûyera ku wî kêyfxweş kiribû, min gelek xembar kir... Li gor gotina bavê min, malbata me xanîyê me yê ku em tê de rudiniştin dabûn mutehitekî û divîya me ji vê xanî barbikira.
Ew taxa ku em tê de rudiniştin bi gişti xanîyên bi hewş bûn.
Van salên dawî mûtehîtên bajêr ketibûn pey nêçira xanîyên bi hewş wan hildiweşandin û li şûna wan apartîmanên bilind dadiçikandin. Tiştê ku herî zede min û hevsalên min xembar dikir ew bû; tu kes ji vê rewşê aciz nedibû.
Te digot qey giştî ji boy ku vê bajarê xweşik wêran bikin li hev kirine…
Ji ber vê sedemê zude bayê tirsê xwe lî min û hevalên min pêçabû...
Li gor gotina bavê min wê li şuna vê xaniyê çar daire bidina me. Dayika min jî wekî hemû jinan, ji şabûna fir dida.
Hema digot: “Ez ê ji vir şûn de ji ezîyeta sobe dagirtinê xelas bibim” Dibe ku dayika min jî ji alîyê xwe ve mafdar bû. Ma xencî hilweşandîna xaniyên bi hewş çareyek dî nebû gelo?
Ez bi dile xwe yê bifikar derketim hewşê. Min pala xwe da dara seve ya ku ez û pîrika xwe herdem bin sîya wê de rudiniştîn…
Pirika min hîn caran ji me re serpêhatîyên xwe digot û me jî bi kêyfxweşî lê guhdarî dikir. Ew serpêyatî her yek rûpelek ji çanda me bûn. Erê dayika min nerazîbûna xwe ya ku çima pîrika min li gel me dijî tu car venedişart lê herçî ez ji vê rewşê gelekî dilşa bûm. Di nav bera min û pîrika min de pêwendîyek efsûnî hebû…
Li gor gotina pirika min, 10 sal pişti ku ew û kalikê min zewicîne, ango çil sal berê niha koçê bajêr kirine.
Kalikê min li vir sazîyek dewletê de dest bi kar kirîye…
Hingê arazîyek kirîne û ji xwe re xanîyek çêkirine. Bi qedendina xanî ve kalikê min di hevşê de hîn darên fikîyan tirhandîye. Yek ji van daran jî dara seve bûye. Pirika min digot:
“Berxa min! Ev dara sêvê hevparê şahî û şînên ve malbatê ye…”
Gelo dayk û bavê min ji pirika min re qala ruxandina xanî kiribûn?
Heger gotibin berteka pîrika min çibûye?
Dema ev pirs di mejîyê min de zîndî bû,ez bi lez çûme bal pirika xwe. Lê bêyî ku jê re qala bûyerê bikim divîya min bizanîbûya bê ka pirika min pê hesîyaye an ne?
“Pîrê!”
“Ha pîrê qorî”
“Wekî tu jî dizanî di taxa me de gelek ciranên me malen xwe dane mutehîtan, gelo bavê min jî bide tu pê qayîl dibî?”
Pîra mîn, bi çavê xembar li min nêhirê û bi awirên xembar dest bi axaftinê kir:
“Keça min! Ev xanî, ev hewş bi keda min û ya bapirê te yê rehmetî ve çêbû.
Me çil salê xwe di vê malê de borand, ka ez ê çawa qayil bim? Lê hîn caran mirov çiqas pê biêşe jî, mirov nikare rê li ber pêvajoyê bigre”
“Lê dara sêvê pîrê?”
Hêstirên pîra min hêdika ji çavên wê dadiket ser hinarokên wê. Min baş dizanîbû ku pîra min bi mirina xwe razî ye lê, bi vê rewşê nerazî ye.
Bi rastî rewşa min jî ji rewşa wê ne cuda bû. Lê tu tişt ji destê me nedihat…
Di jîyana min de yekem car bû ku bûyerek malbata min şa dikir, lê min û pîra min xembar dikir…
Dara sevê beyî ku bê ruxandin cara dawî bû şahidê şîna malbatê. Şitlê dara sivê niha li ber gora pîrika min de ji nû ve aj dide…