zinar @ sivildusunce.com

Hebû tune bû, dibêjin di çax û zemanekî de baxçeyekî rengbihişt li herêmek ji herêmên Aristanê hebûye. Di navê de kanî, ça û çemik hebûn. Li keviyên wan avaên herikbar rihan, beybûn û pûng hevûdu mîna cergebezê kemerbest dikirin. Li aliyekî Baxçeyê rengîn mêw, di nava wan de darên behîv û hirmiyan, ji wan zêdetir gelek darên fêkî yên texlîtên cuda hebûne. Li aliyê ketahiyê medreb bûye, tê de zebze û pincarên pirtexlît hebûne. 
Baxçe, baxçeyekî wisan xweş û bi şan û şaneşîn bûye, meriv çi li dinyayê bixwesta di navê de dihate dîtin.

Dibêjin, rojê mişkek ji van cirdoyê fîtire çûye ketiye nava Baxçeyê Rengbihişt û lê nihêrîye, dîtiye ku her texlît darteam û zebze û pincar tê de hene, xwe bi xwe gotiye: Berrî û beristan, ez ê jî vî baxçeyî bikim çolistan, bila nemîne ji bo mar û dûbişkan, kêf nekin tê de gur û çeqel û wawîk û têjikên wan. Hema di kur de zirav be, bila di wirê de jî biqete.

Cirdo ferman daye êl û eşîra xwe ku tev werin û lê biçêrin. 
Mişkên gewr tev hatine û dev pê kirine, pêşî qurma kemên zebze û yên pincarê kotane, piştre hin bi hin ji darên zirav û heta darên qalind tev kurisandine, ha wisa lê domandine heta ku wî Baxçeyê Rengbihişt wêran kirine û bûye çolistanê.

Malbatên mişkan tev vegeriyane û çûne xwe di qul û qewêreyên hîm û teht û zinaran de nixumandine. Lê Cirdoyê serokê wan li nava baxçeyê wêran maye û tê de geriyaye...

Dîtiye ku va ye dareke mezin a qalind di newaleke Baxçeyê wêran de saxlem maye û li dora wê çûye û hatiye ku wê jî birûxîne. Lê tu nabêjî, marekî qirase xwe di qurma Darê de kiriye kilor û hisa Cirdo hildaye, xwe amade kiriye ku wî bihigêve. Gava Cirdo li dora darê çûye û hatiye, Mar jî xwe bêpêjn kiriye û li benda kesysa xwe maye ka wê çewa karibe Cirdoyê zal têxe kemînê.

***
Hay û baya Cirdoyê gewr ji bayê felekê nemaye. Gava çûye ber qurma Darê ku dev pê bike û bikoje, Marê qirase zû lipikiye û devê xwe avêtiyê ew girtiye.

Mar gotiye:
- Cirdoooo!.. Hey ji Xwedê netirtsooo!.. Ma heyfa te li vî Baxçeyê Rengbihişt nedihat ku te kûtxurên xwe bera navê da û wêran kir? Hemû balinde û teba, mêş û çûk û bilbil tê de dihêwirîn û dixwarin, vedixwarin û jiyana xwe didomandin. Biner, Baxçe bûye çolistan! Hey bê wijdan û bê îman! Çima te ev atar hanî serê vî Baxçeyê han?

Cirdoyê zal kire wîçewîç û dev bi witewitê kir, xwest ku poşmaniya xwe bibêje û tobe bike, lê Mar gotê:
- Cirdo, virde-wirde tune. Sezayê te, daqurtandin e...

Marê mêrxas, Cirdê dijminê xwezayê daqurtand û heyfa Baxçeyê Rengbihişt jê wergirt.

Lê pa çi feyde! Êdî ne şalûl û bilbil dihatin serê wan daran û dixwendin, ne ew qas balind û çûkên pirtexlîr li wirê radiwestiyan û ne jî kesî sûd ji fêkî û zebzeyê Baxçeyê Rengbihişt didît.


Tu nabêjî, dema Mar û Cirdo wisa bi hev re dipeyivîn, jijûyekî xwe di binê kemeka gîniyê de telandiye li wan guhdarî dike, dibihîzt ku Cirdo dibêje Marê qerase: 
- Min xirabî kir lê tu neke. Min berde, bi soz ez êdî xirabî bi xwezayê nakim. 
Mar jî dibêje: 
- Cirdo, sozê te bûye toz. Ev xeberdan ne yên kurebavan e, bextê te jî tune û ez te bernadim.

Jijûyê xwedanê sîxan temaşe li Mar û Cirdo kiriye, heta ku Marê qirase, Cirdoyê zal daqurtandiye.

Jijû hêdika, bê his û pis çûye ber Darê û xwe ji paş ve avêtiye Marê qirase, bi dîvê wî girtiye û hêdî hêdî ew daqurtandiye heta ku wî di gewriya xwe re bira hinavê xwe daye.


Gava Jijû Marê qirase daqurtandiye, roviyekê xasûk li wan temaşe kiriye û dîtiye ku çi jî gotine. Rovî xwe bi xwe gotiye: 
- Îro ne Newroz û ne jî cejna min e. Lê îro govend û dîlana min e. Ez ê nêçîreke xweş bikim! Wa ye Jijû Marê qirase daqurtand. Ez ê jî herim Jijû bigirim, bigurînim û wî bikim du şeq, goştê wî bixwim û kêf û şahî bikim...

Roviyê Xasûk, rabû ser nigan û çend tevzûnek dan xwe, piştre bi lez çû ba Jijû, hema bi gewriyê girt heta ku rih da, piştre gurand û li binê darê rûnişt goştê teze tevî Marê di zikê wî de xwar. Piştî xwarinê, dora devê xwe jî alast û dalast.

Erê, ew roj kêf kêfa Rovî bû û zikê wî ji goştê Jijû û yê Mar dagirtî bû. Goştê herduyan têra wî ya heftiyekê dikirin.

Rovî çend tevzûnekên dî jî dan xwe, li ber qurma darê veket û serê xwe danî ser lepên xwe, xir kir xewê û raket.


Dibêjin hebû segekî qirase ji vanên kurdî yê enîbeş, hertim bi tena serê xwe derdiket nêçîrê. Seg ji rê ve dihat, lê pirî ku geriyabû gelek jî westiyabû, rast çû binê Darê da bihna xwe li ber sihê berde, ha ku dît va ye roviyek li ber qurma darê vezelandî ye û xwe bi çargopalî avêt serê û got: 
- Rovî, ez li ezmên li te digeriyam, lê va ye tu li erdê bi destên min ketî.

Segê kurdî, Roviyê xasûk kire du perçe û goştê wî li wirê xwar heta ku dawî lê anî. 
Dibêjin, Segê mêrxas piştî xwarina goştê Rovî, bi çiyê ve hevraz çûye û li nava qelîştekên teht û zinaran mexel hatiye da bihna xwe berde. Ew roj pirî ku Segê mêrxas ji gerê westiyabû, wisa pir zû jî di xew re çûye û maye...

*
Tu nabêjî, pilingek ji van pilingên Herêma Botanê, berî ku seg were wirê, çûye xwe li ser hîmekî bilind dirêj kiriye û temaşe dike ka wê çi ajal bi aliyê wî ve werin da xurekê ji xwe re bi dest bixe. Gava Seg hatiye û xwe li binê zinêr pîj kiriye, Piling xwe bêpêjn kiriye maye heta ku ew di xew re here. Piştre Piling xwe avêtiye serê û dev xistiye gewriya Segê mêrxas, qîlên xwe tê de şidandine da ku ji rih here.

Lê Segê mêrxas berxwedan kiriye û şerekî mezin di navbera Segê mêrxas û Pilingê Botanê de rûda. De yek ji vî, yek ji wî, Pilingê Botanê dev ji gewriyê bernedaye heta ku rih jê derketiye. Piştre Pilingê Botanê kelaşê wî kiriye du şeq û goştê wî xwariye.

*
Pilingê zikdagirtî ketiye rê bi bersinga çiyê ve çûye, riya wî ketiye nava daristanan û çûye. Lê haya wî ji bayê felekê nemabû, ha ku dîtiye, derbek ji jorê ve li nîvê herdu polên wî ket û çû xwe gehand dilê wî. Pilingê qirase gotiye terep û ketiye erdê.

Tu nabêjî, ew sal postê pilingan pir pere dikirin û peyda nedibûn. Nêçîrvanek jî çûye xwe li serê darekê kumişandiye û li benda hatina pilingan maye. Dema ev Piling hatiye di binê wî re bihuriye, Nêçîrvanî kevanê xwe jenandiye û tîrekê berdayê. 
Nêçîrvanê tîravêj, Pilingê mirî gurandiye, postê wî jê kiriye û hildaye, laşê wî jî li wirê hiştiye, daye rê û çûye...

*
Nêçîrvanê gewr li riya xwe çûye, ha ku dîtiye, wa ye siwarek ji rê ve tê ku hespekî çal di binî de ye, şûrek li milan e, rimeke dowazdeh movik bi destan e, bi heytehol û xaranî tê û dilezîne...
Gava Siwarê mexof postê pilingekî bi Nêçîrvanî re dibîne, timê xwe lê xweş kiriye û rima xwe sererast kiriye, şûr jî ji kalanê wî kişandiye, çûye nêz û derbekê daweşandiye Nêçîrvanî.

Nêçîrvan ne li benda derbeke wisan bû, bawer dikir ku Siwar dê silav bidê û pirsa rê jê bike. Lê derbê ew rind hingavtibû. Nêçîrvan li erdê perpitî û Siwar jî, postê Pilingê gewr bi serê rima xwe hilda û hespê xwe ajort, zengo kutan kêlekên wî û bi xaranî çû...

Dibêjin, gelo siwaran bawê te kuşt an peyan? Lê derbê rind Nêçîrvanî hingavtibû. Siwarê hespê Çal çû, bîstikek li rê çû neçû, hespê wî li kevirekî likumî û serserkî terayî erdê bû. Siwar jî ji ser zînê hespê xwe ferqizî û çû, şûrê wî li singê ket û di piştê re avêt, serê wî jî li hîmekî ket û bû du felq, mixê wî li erdê belav bû û di cih de mir. Hespê Siwarî kire firefir û hîrehîr, piştre bi bez li riya xwe domand û çû ku xebera mirina xwediyê xwe bide malbata wî.

Lê belê xwediyê Baxçeyê Rengbihişt digel êl û eşîra xwe çûn, avê bera ser qurma darên kurisandî dan, kemên nû li şûna kemên qusandî çandin, kel û kêmasiyên heyî tev sererast kirin û tevan bi hev re gotin:

- Ya Xwedanê hemû tiştan! Ev Baxçeyê Rengbihişt jî yek ji wan şan û nîşananên te bû. Lê dijminê xwezayê ew bi derbekê kirin çolistan. Va ye me dîsa bi keda xwe çand û av da. Êdî emantê te ye. Çendî ku te sezayê wan dijminan daye wan jî, lê tu dîsa wî bînî ser kewna berê û bikî Baxçeyê Rengbihişt, da mexlûqatên te tê de bi serbestî li jiyanê berdewam bin...

Çîroka min li virê qediya, rehma Xwedê li dê û bavên me hemiyan.

(Ev çîrok şiroveya helbesteke helbestvanê Kurd Ebdulah Celan e ku ji aliyê min ve hatiye honandin.)

Stockholm 27/ 12/ 2015, saet: 01.20