Heta niha me hemiyan gotina KIZIL QOMUNÎSTiyê bihîztibû û gelek caran li gelek deveran hatiye dubarekirin jî. Lê gelo kesî ji we gotina YEŞÎL QOMUNÎSTiyê bihîztiye?
Ez jî yek ji wan xortikan bûme ku ev gotin di salên 1968-71ê de ji min re jî hatiye gotin. Hem jî li xwendegeheke mîna Îmam-Xîbê. Ji wan kesan re dihate gotin ku berê xwe didane Mala Xwedê û nivêj dikirin. Helbet ev çanda bêtore jî, ya Kemalîzmê bû.
Jixwe diyar e ku QIZIL QOMUNÎSTLER çi bûn, lê îcar ev gotina YEŞÎL QOMUNÎSTLERê çima ji ciwanên Kurd re dihate gotin?
Sal 1968-69, dema min dev bi xwendina Imam-Xetîba Diyarbekirê kir, jimara xwendekarên wê li dora 750 bû. Dihate gotin ku 350 xwedekar ji Medreseyên Kurdî hatibûne wirê. Wê demê hişyariyeke mezin ketibû nêv xwendekarên li Amedê, lê ciwan zêdetir çepgir bûn, yên Îmam-Xetîbê jî welatgir bûn. Hem ên Qiziln Qomunîst û hem jî Yeşîl Qomunîst, weke bira bi hevûdu re têkelî dikirin.
Lê piştî derbeya leşkerî ya 1971ê, hemû xwendegehên Amerê serobin bûn û bi hezaran kes ji xwendinê hatin bidûrxistin.
Tiştê divê bête gotin ev e ku heta niha jî tiştek li ser Yeşîl Qomunîstan nehatiye nivîsandin û di rojevê de cih negirtiye, ez jî yek ji wan bûm.
Pêkenokek li ser vê meselê weha hebû:
Dibêjin polîsan avêtiye ser maleke ku çend xwendekar lê diman. Pêşî pirtûkên wan civandine û bala wan ketiye ser navê pirtûkekê ku ANKTI QOMUSÎST bûye. Polîsan ew pirtûk wek belgeya tawanê hildane û gotine:
- Em ê we bibin qereqolê.
Ciwanan gotiye:
- Em ne qomunîst in, em anti qomunîst in.
Polîsan gotiye:
- Anti-manti tune, qomunîst her qomunîst e.
Îcar bi dîtina Kemalîzmê, Kurd her Kurd e, ha yeşîl qomunîst ha qizil qomunîst...