rojbin @ sivildusunce.com

Berbanga zivistanê pîştî şevek hişkesayî de, deste sibê re gundî hemû bi denge selayê ji nav nivînên xwe ve hilpekîyan. Mele piştî selayê bang li gundîyan kir ku mêrên gund bila biçin goristanê... 

Xebara mirinê zu belav dibe. Demek kin de hemû gundî lî ber derê mala kale Barî kom bûn. Kalê Barî ew sê meh bû ketibû sekratê malbat li benda mirina wî bûn. Lê gundîyan bi dizîka digotin: “Bi xwedê heta Gulcan wî helal neke nema ew bikaribe rûhê xwe teslîmê ruhistîn bike” Herçiqas hişê kale Barî dihat sere wî lavayê zarokên xwe dikir: “Hûn bi xatirê xwedê bikin herin ji Gulcanê bi navê min helalîye bixwazin” Herçendî gundî kiştî pêhesîyabûn ku wî neheqîyek mezin bi Gulcanê kirîye, bes kesî baş nedizanî bê ka ew neheqî çîye û çi nîne? Wê şevê dîsa mezînên gund li ber serê kalê Barî kom bibibûn. Mela yasîn xwend. Û tavilê gîyanê xwe ji dest da… 

Ser mirina wî nezî mehek dem borîbû. Keça wî Nazê bi dile xwe yê kul bere xwe da mala Gulcanê Wekî saxîya bavê xwe dîsa xwe avêt bextê wê daku li bavê wê heqê xwe helal bike. Dema dît Gulcan ji boy ku bêje ez heqqê xwe helal dikim, ber xwe dide, îcar biryar daku qet nebe bizanibe ka bavê wê çi anîye sere wê ku, ev pîrejina reben ewqas sale nikare vê bûyerê ji bîr bike… 

Xwarê linge Gulcanê bû û got: “Xatî! Tu bi xatirê mezinahîya Xwedê dikî tu ji min re bêje, sedemê ku tu nikarî heqê xwe li bavê min helal bikî çîye?” Gulcan rûnişte ser doşeka xwe. Tizbîya deste xwe danî rex doşekê bi bi awîrê xwe ve îşeret da Gulcanê daku were l inik wê runê. Pîştî demek ku herdu jî bêdeng man; Gulcanê hûr û dûr fikirî axînek kûr kişand û li gotinê vebû: “Ew du sal bû merê min çûbû rehmetê. Hingê ez hê bîst û du salî bûm. Piştî ku merê min mirîbû, ji gundîyan gelek kes bûn xwezgînîyê min, lê min digot; kurê min piçûk e. Ez wî xweyî dikim, min zewac navê… 

Ez zêde dirêj nekim, bila sere te pê neêşe, keça min bi kurtahî bêjim. Destpêka baharê xweza kirasek nû li xwe dikir. Axê xwelîya mirî li ser xwe diavêt. Çem û rûbar bi coş diherikin. Ji jîyanê behna gul û sosîna dihat… Ez û çend jinên gundî me ji boy berhevkirina pincar bere xwe da çolê. Ez hinek ji hevalên xwe veqetîyam bi tena sere xwe mam hindî bilî berhevkirina pincar bibûm qet bi tenebûna xwe nexesîyam. Hew min dît bavê te li ser hespê li hemberê min rawestîyaye. Hêdika ji hespê xwe daketê xwarê ber bi min ve hat wê deme tirsek xwe li min pêça. Ji min re got: “Gulê netirse, tu car zerara min nagehîje te, lê ez dixwazim tu bibî helala min” Min daxwaza wî qebûl nekir û ez bi lez ji wir dûr ketim. 

Wî li pey min gotinê xwe domand: Gulê îro nebe sibê, sibê nebe du sibê. An başî, an nebaşî tu yê îlîm bikevê himbêza min. Bavê te doxînsist bû keça min. Nav jinên gundî de kesê ku wî deste xwe ne avêtibe doxîna wan tune bû. Hinek jine bî tenê ji tirsa wî bere xwe didan mala bavê xwe û bê dile xwe şû dikirin… Çend rojê dî ez pê hesîyam ku bavê te birine leşker. Min bi vê agahîyê hinekê bêhna xwe fireh kir. Lewre min wîsa hizr dikir ku, bavê te heta ji leşkerîyê vegere wê min ji bîr bike… Lê mixabin wîsa nebû bavê te piştî ku vegerîya jî, dev ji min berneda. Bibû qimil û bi min ve zelîqî bû. Ez diçûm ku dida dû min. Min tirsa wî nediwerî ji mal derkevim… 

Carekê jinek gundî hate bal min got: “Gulê tu bi ya min dikî, daxwaza Barî bipejirîne. Wa tu dibînî dev ji te bernade, bûye bela sere te. Ez ditirsim nebûkarîyekê bîne sere te, te rezil bike” Min got: “Dinya xirab bibe ez daxwazê wî napejirînim, ma ji xwe du jinê wî hene” Lê Xwedê yekcaran îmana evdên xwe bi ezmûnên mezin diceribîne… 

Şevek ji şevên payîzê ez mal de tene bûm. Kurê min Hemdî hingê hê deh salî bû. Min ew bi tevê gundîyan şandibû aş. Bavê te hat li derî xist, min jê re derî venekir. Wî demek dirêj derî xist, paşê denge xwe birî. Bîstek dî min dît dengê bavê te li ser banê xanî tê. Ez ber tendurê runiştîbûm xanîyê malê de tene çirayek piçûk hebû. Ew jî têra xwe ronî nedida der û dorê xwe. Bavê te di kulekê de dakete hûndir. Rahişte min. Beyî ku ez bikim qerîn û gazî hema deste xwe da ser devê min. Ez dirêjî erde kirim. Deste xwe dirêjî fistanê min kir. Fistan da jorî û deste xwe heşa kir ber derpê min û got: “Bila ev ji tera bibe ders, daku tu ji min re bêjî erê¸ naxwe carek dî ez ê werim kare xwe ê nivcomayî temam bikim” Min wê rojê ne bi dile xwe lê ji tirsa namusê jê re got: “Ez ê bi te re bizewicim” Em çend rojê dî zewicîn. Şeva dahwetê Ji boy ku ew neyê nav nivînê min, min bi kerê heşa canê xwe dirand. Piştî çend mehên dî jî, ji xwe ez bi harîkarî dîya te ve ji mal revîyam û hatim mala bavê xwe. Û nema êdî zewicîm.” Nazê wek peykerek li cihê xwe de qerîsîbû… 

Beyî ku denge xwe bilind bike, ji xwe re got: “Ez jî li şuna te bim, tu car heqê xwe helal nakim” 

Rojbin Ozkan rojbinserap@gmail.com