rojbin @ sivildusunce.com

Di bêdengîya şevê de, stêrk ew şev jî wekî wan şevên dawî mazuvaniya xewa wê dikirin.
“Nizanim çi bi min qewimiye? Bi roj li kargehê xew ji çavên min diherike lê ku dikevim nav nivînan wekî ku xewa min ji rikê min bike ji min dûr dikeve.”

 Bu piste pista wê demek dirêj xwe bi xwe axivî.

Dît ku nabe çû metbaxê şîr germ kir, fincana şîr girt destê xwe derket şaneşînê. Hinek bêhna xwe veda vegeriya oda xwe bi hêviya ku xew bikeve çavê wê serê xwe danî ser balgehê.

 Bi dengê zengîla derî ji nav nivînan hilpekiya.

 Di vê seetê de kesê ku derî bixista ne tiştek ji rêzê bû. hedîka bang kir:

“Ew kî ye?”

Çend caran gotinên xwe dubare kir, paşê bi tirs derî vekir. Li hember wê tu kes nedixuya kesê ku li derî xistibû zerfek danibû li ser şêmugê û ji wir dûr ketibû. Zerfê ji erdê hilgirt û berê xwe da cî vegeriya ser nivînên xwe bi mereQ zerf vekir dest bi xwendina name kir:

“Zeryayê delal! Dema ku ev name gehîşt destê te, ez wîsa tehmîn dikim kesê ku min jê re got wê nivê şevê wê bigehîne te, ez ê hingê xatir ji vê dinyayê bixwazim.

Tu dê bibêjî; “Çima? Ma ne her tişt di riya xwe de bû. Ka tu gelek bextewar bû?

Mixabin canê mixabin wîsa nebû.  Divê  li xwe mukir werim, ez herdem yeke cuda bûm. Hêstirên çavên min nediniqutî ser hinarikên min. Ew herdem diniqutîn ser dilê min. 

Wekî hemû kesên ku qaşo min dinasîn tu jî min yeke bihêz dizanî. Na! Delalê qet wîsa nehizire! Rastî ez hertim  yeka diltenik bûm. Wa tu dibînî nikarim li hember bûyerekê li ber xwe bidim.

Ew qewimînên van çend mehên dawî bû barek giran li ser pişta min…

Xwezî  qasê ku wan pisgirêkan têk bibim bihêz bûma. An jî heviyek min bi kesên ku li der û doren min hebûya...   Lê mixabin xencî mirinê tu tu tişt nikare pisgirêkên min çareser bike.

Ji te tika dikim, tu min çawa dizanî wîsa bi bîr bîne.

Ez ew hevala te ya ku me bi hev re li ser siyasetê û edebiyatê qise dikir bûm.

 Ka me herdem digot: “Zewac çiye em ê bizewicin çi bikin? Lê dema me ev gotin jî digot me baş dizanîbû ku em hevdu dixapînin. Me mêr didin ber dasa lê dîsa jî em ji evînê dûr nedisekinîn…

Delalê çi dibe bila bibe; ji ber sedema mirina min xwe zêde newestîne û xwe xembar neke. Tenê bizanibe ku ez mecbur im vê yeke bikim û min tavanbar neke.

Ez ê nameyek weha jî ji malbata xwe re binivîsim, lê baş dizanim, ji ber ku tu hevala min ya herî nêzîkî wê werin sedema mirina min ji te jî bipirsin.

Ez hêvî dikim ku ev pêvajo ji bo te gelek bi zehmet nebe. Hevala delal! Li min bibore û heqê xwe li min helal bike.

Berçem

Zerya wekî ku sîtilek ava sar li ser serê wê bê rijandin matmayî bû.

Bi kêmanî sê çar caran name xwend, xwest ku telefona wê lebixe jê re bêje; Keçê! Min tu xapandî, lê dema telefonê lê xist bi îske îska malhevala Berçemê heta awaza wê derket kir qerîn û hawar.