zinar @ sivildusunce.com

Di van rojên dawiyê de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, xwîneke zêde tê rijandin. Pê re jî, hin birrên “nijadperest” li piraniya bajarên Tirkiyê ji 400î zêdetir êrîşên hovane birine ser cihê kar û dezgehên Kurdan û rûxandine, talan kirine lê zêdetir şewitandine.

Di vî şerî de çendî ku şervanên PKKê jî hatine kuştin, lê belê kuştî zêdetir leşker û polîsên dewletê ne, di nava van kuştiyan de hin polîs û leşker jî Kurd in.

Li navçe û bajarên Tirkiyê: 
- Eger cihên karê Kurdan (dikan, qehwexane, xwarinxane, pastexane, razanxane, cihê çig kufte, lotikxane) wekî din bêne şewitandin, 
- Eger otobusên Kurdan di riyên Tirkiyê de werin kevirbarankirin û nehêlin ku herin Rojavayê Tirkiyê, 
- Eger pirtûkxaneyên kurdî werin şotin, 
- Eger Sersawciyê 60 salê (Hadî Salihoglu) bêje ew dê here şerê Kurdan, 
- Eger di şewitandina avahiyên HDPê de li piraniya bajarên Tirkiyê bêjin: YA ELAH, BISMÎLAH û ELAHU EKBER... 
- Eger êrîş bibin ser karkerên Kurd ên bindeq û avahiyan û peykerê Ataturk bi wan bidin maçkirin... KIRYARÊN PIR XETERNAK IN û divê her kes li van rûdanan bisêwire.

EV ÊRÎŞÊN LI ROJAVAYÊ TIRKIYÊ KU LI KURDAN TÊNE KIRIN, TEV JI BO KURDAN PEYAM IN Û DIBÊJIN: “Biqeştin, herin welatê xwe û em we naxwazin.”
Ev kiryarên ku li jorê hatin rêzkirin, êrîşên ku di salên 1915 hetanî 1960î ku dibirin ser mal û dikanên Filehên ji nijadên cuda, tînin bîra meriv.

Bêguman tîna rijandina xwînê, bi sedsalan di nava xelkê de didomîne, her kesê pêşebîn li van sosretan bisêwire û tevdîrên lezgîn werbigirin. Yanena, wê kodika vala li ya tije bikeve.

Bêguman, pisporên welatên dinyayê tev kar dikin ka wê çewa jiyaneke xweştir ji hemwelatiyên xwe re biafirînin. Lê belê eger li welatê me, ango li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ku rijandina xwînê bi vî rengî berdewam bibe, wê di encamê de karesatên giran derkevin holê.

Çendî ku ev kuştin û xirecirên hanê, wê demekurtekê şûnde rawestin jî, lê belê pirsa ku di serê gelek kesan de tê dubarekirin ev e: SÛDA RIJANDINA VÊ XWÎNÊ Û YA VAN ÊRÎŞANÊN LI SER KURDAN BO KÊ HEYE?
Eger ez bersiva vê pirsê bidim, dikarim weha bêjim: BÊGUMAN SÛDA KURD Û TIRKAN TÊ DE TUNE!

Hêvîdar im ji Yezdanê dilovan ku herdu alî jî li xwe varqilin û leztirîn dem van rûdanan rawestînin. Herweha welatê me, miletê me jî di binê aramî û êminatiya Xwedayê mezin de li jiyanê berdewam bibin…