rojbin @ sivildusunce.com
 Zîndiyek ku di malzaroka xwe de zindîyek dî neh mehan dihewîne û ji boy wê çendîn barek giran be jî tu car jê acizîyê nake.  Belê, ew zindî dayik e…
Jiyana mirovan de ji dayikê pêşdetir tu heyinî tune ye. Dayik ji bilî erke xwe ê dayikatîyê di heman demê de heval, hevraz hogirê mirovan e. Her veha hevparê xem, keser û serkeftinên zarokê xwe ne.
Ewladek tu car nikare razekî xwe ji dayika xwe veşêre. Lewre hestên dayikatîyê ewqas xurtin ku bûyerên ku tene sere zarokên wan, dinuqute dile wan.
Dayik bi serkeftinên zarokên xwe ve serbilind, bi têkçûyinên wan ve jî dilgiran dibin…
Li gor dînê îslamê payebilindîya dayikan gelek zêde ye.
Peyxemberê Xwedê silavên Xwedê lê bin veha diferme: “Bihîşt bin linge dayikan de ye” ango kesê/kesî ku qedr û qiymeta dayika xwe bizanibe wê bigehîje riza îlahî. 
Şîretên dayikan wek tirêjên rojê jiyana ewladan ronî dike.
Taybet zarokên kurdan ziman, çand û folklora xwe ji dayikên xwe fêr dibin. Divê em bizanibin,  ewqas sale ku li ser zimanê  kurdî asîmîlasyon û qedexeyên nedîtî tên kirin; dîsa zimanê kurdî li ser pîya mabe ev serkeftin, serkeftina DAYiKA KURD E…

ROJA DAYIKAN
Rastî divê dayik herdem û herroj di bîra mirovan de be.
 Ne tenê salê carek! Bes em dilxwazin ku, roja dayikan bibe sedema qiymetdayin, bîranîna dayikan û bilêvkirina pisgirêkên wan nav civakê de…
Bi hêvîya ku dayikên kurdan nav  malbat û civakê de azad û bextewar bijîn, roja dayikan taybet li dayikên kurdan û hemû dayikên cîhanê pîroz be… 

 
ROJBÎN OZKAN
rojbinozkan@gmail.com