Eger tu xwedîtî li zimanê xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li çanda xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li toreya xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li kelûpelên xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li bax û bostanên xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li golik û berxika xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li bizin û miya xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li ga û conegayên xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li xweza û suruşta xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li dar û deviyên xwe nekî...
Eger tu xwedîtî li kanî û çem û feratên xwe nekî...
Lê eger tu dest ji van hemiyan berdî û herî warekî biyanî û li wirê nanê qapanê bixwî...
Lê eger tu xwe nehêvijînî û bi çandeke biyanî perwerde bibî...
DIVÊ TU GAZIN Û LOME JI KESÎ JÎ NEKÎ.
Hingê tu dibî xwirê hirçan an yê gur û keftaran, tenê mêjû wê binivîse û te binirxîne...
Xwedayê mezin kesî bêxwedî û bêwar neke...
Xwedayê mezin kesî bêçand û bêziman neke...
Xwedayê mezin kesî kor û kerr û bêmix neke...