rojbin @ sivildusunce.com
Piştî zivistanek dirêj, xweza bi kirasê xwe yê heşîn ve xwe hêdî hêdî hine çavan dikir…
 Ji texsîyê daket. Ber bi qeraxa behre ve çû.  Yekem  car  sê hefte berê ew li wê dere dîtibû. Şalek reş avêtibû ser mile xwe. Dismalek  pempe dabû sere xwe, li ser kursî runiştibû pirtûk dixwend. Beybûn ew roj neçûbû kar. Ji kargehê destûr standibû. Piştî ku hîn karen xwe ên taybet dabû hev xwestibû ku ber qeraxa behrê bêhna xwe vede û hinek ji xirecira jîyanê dûr bikeve…. 
 Bedewîya wê ya bê hempa bala Şahîn  kişandibû… Piştî wê rojê xeyalên wê hemû jîyana wî dagirtibû… Şahın nêzı wê bibû û xwe pê dabû nasîn ew roj bibû destpêka evîna wan….
Şahîn wê rojê piştî ku behneke kûr berdabû û li gotinê xwe vebibû:
“Beybûn xanim, tu ji kîjan bajarîyî”
Beybûn kenîya û lê vegerand:
“Rastî ez xwe wek hemwelatîyên sê bajaran dibînim. Bavê min ji Mûşê ye dayika min ji Bingolê ye, bes ez Stenbolê hatime dinyayê”
“Na weha nebû Beybûn xanîm, hema bi kurtahî bêje ez ji Mûşê me. Daku ez jî bi kêyfxweşî bejim ev xanima hêja û delal hemwelatîyê min e.”
Beybûn bi gotinê Şahîn gelek şa bû. Herçendî bi xwe li Stenbolê mezin bibû jî alîkî dile wê her li welat bû….  Dema pê hesîya ku Şahîn hemwelatîyê wê ye, bêhtir pêbawer bû….
Wê rojê Şahîn,  ji boy ku pêywendîyên xwe li gel Beybûnê bêhtir xurt bike telefona wê girtibû. Û jê re gotibû ku ew dixwaze têkilîyên wan herdem bi hev re hebe. Beybûnê jî ew daxwaz pejirandibû û ji boy carekê dî dîsa heman derê de çayek vexwin li hev kiribûn….
Ew roj stenbolê de hewa bizavê havine dikir. Meha nîsanê de tavê konê xwe li ser  bajar veda bû.
Pirejin û kalemêr, zarok tevlî dayk û bavên xwe û helbet keç û xort, wekî gişti  li hev kiribin ber qeraxa behre kom bibûn…
 Şahîn, bistek berê Beybûnê hatibû…. Piştî qasekê Şahîn ji dûr ve ew dît..
Beybûnê wê rojê etekek mor tevlî kutikek pembe li xwe kiribû dismalek mor jî dabû sere xwe. Boy ku necemide şalek reş avêtibû ser mile xwe…. Dema ku çav li Şahîn ket bişirî…
Beyî  ku ser maseyekê runên tiştek wexwin Şahîn daxwaza xwe ya ku hinek bi hev re bimeşin anî ziman.  Ew  daxwaz gelek xweşê Beybûnê çû. Dile Şahîn li hember evîna Beybûnê dilerizî. Dixwast ku zutirîn hêst û ramanên xwe Pê re par ve bike…. Difikîrî  bê ka çawa berê babetê veke?. Di wê katê de jinika gulfiroş gehîşt hewara wî.
“Wey  camerê qeşeng!  ma tu gulek xweşik ji evîndara xwe re nakî dîyarî?. Ez dibînim ku çavên we herduyan jî bi tirêjên evînê diçûrisin”
Şahîn rahişt ji deste jinikê gulek wergirt û dirêjê Beybûnê kir:
“Keremke evina min!”
 Beybûnê piştî ku gul da ber pozê xwe behn kir; pirsa ku bersiva wê dizanibû lê dixwest Şahîn bi lêv bike bi avayekî veşartî pirsî:
“Wele jinikê tu kirî evîndarê min, nema êdî tu ji vê evînê azad dibî”
Gotinên  Beybûnê hêzek mezin da Şahîn. Û turikê dile xwe bi ser Beybûnê de rijand:
“Jinikê rastî anî ziman. Roja me hevdu naskir heta niha dile min ji boy te lê dide. Şev û roj tu bîra min de yî.
Niha dixwazim tu jî bersiva vê evînê bidî. Bila evîna me du alî be. Evîna yek alî mirovan diêşîne”
Beybûn bi dilovanîyek mezin  çavê Şahîn nihêrî. Lêvên wê nedilivîya tiştek ji deve wê dernediket;  lê agirê evînê nav mejîyê wê de gur dibû…
“Ka ji min re qala Mûşê bike?. Mixabin min qet bajarê xwe nedîtîye”
Beybûnê bi vê pirsa xwe ve bere babetê boy demekê guhert.Şahîn bi pirsek ve bersiva Beybûnê da:
“Ma tu jî Mûşê kîjan navçê yî?
“Ez ji gundek deştê me. Dayik û bavê min hê dergistibûne di nav bera malabata me û malbatek gundî de ku ji wan re dibêjin mala Qaso şerek li  ser zevîyan qewimîye. Apê min jî wan xortek kuştîye. Dûre wan jî tola xwe hildane. Wan jî apê min kuştine. Bi vê awayê bi giştî deh mêr hatiye kuştin.  Paşê  malbata me koçê Stenbolê kirine. Lewre em qet nediçûn welat.”.
Şahîn demek dirêj bê deng ma. Gotinên Beybûnê wek şûrek dile wî de çikîyabû.
Qewimîna sîh sal bere îro ji nû ber çavê wî zindî bibû… Ew hê zarokek pênc Salî bû. nivê şevê xortek deste wî de keleşnikof li dere wan xistibû. Bavê wî û kalikê wî wê şeve hatibûn kuştin…. Sere xwe kir ber xwe hinek ponijî paşê bi xemgînî çavên Beybûnê nêherî û gotê:
“Ez ji malbata Qaso me”
 Li hember vê rewşê hêstên herduyan jî wî tevizîn ramanên wan bê deng man…. Ew kevneşopîyê kirêt ku, bi salane bibû sedemê neyartîya herdu malbatan, îro wek gelîyek asê li hember evîna wan bû…
 Gelo evîna wan dikaribû li hember vê astengê ber xwe bide. Wê bikaribûyana dawî li dîjmanatîya sih salan bianîna? Herdu jî bêyî ku ji hev re tiştek bejin û ew pirsen wek kurm mejîyê wan dixwar bibersivînin, hêdîka ji hev veqetîyan. Wê şeve xew li herduyan jî herimî bû. Şahîn li şaneşînê bi stêrkan ve dişêwirî…
“Şev hêstan dirêsine”
Peyam bi rêya telefonê ji Beybûnê hatibû. Bersiva Şahîn jî herî kêm qasê wê peyamê hêstîyar bû:
“Şev; em û hêstên me. Were em bi ya dile xwe bikin. Jîyan ne hêsan e. Min dixwast em hespê evînê  deşta welat  de bibezînin. Lê niha çîyayek hewraz li hember me ye. Ez bawerim em ê bi destûra Xwedê û bi hêza evînê bikaribin hilkişin heta sere vê çîyayê û ala evîna xwe li wir daliqînin. Û bila evîna me bibe sedemê doza aşitîyê. Bele, Beybûna min! te got çi?.
Xem, fikar û tirs, nav  mejîyê Beybûnê de ketibûne pêşbazîyê…. Bi van hêstan ve bersivek kurt ji Şahîn re nivîsand:
“Nizanim gelo hêza evîna me wê têra têkbirina van astengan bike?”
 


Rojbîn Ozkan
rojbinozkan@gmail.com