zinar @ sivildusunce.com

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be, lê bê şahî ye.
Min nedît cejnên wisa, ji ber ku heskirin jê re niye.
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba kade, wê her kes li te bigeriya!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba borek, wê her kes bi te xeberda!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba şamborek, wê her kes ji te re heyran mabûna!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba toyê miyan, wê her kesî te danîba ser zimanê xwe!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba penîrê koçeran, wê her kes li pey te bazda!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba rêmbêzên biharê, wê her kesî te kirîba!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba qîvarên caxê, wê her kes li te bigeriya!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba hingivê warê Feqiyê Teyran, wê her kesî te kirîba!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba bastêqê Gêlê, wê her kes li pey te bigeriya!
- Zimanê Kurdî xwezî îro tu bûba bedlek qumaşê Hekarya, wê her kesî te li xwe kiriba!
- Lê mixabin, Zimanê Kurdî îro tu yî “zimanê kurdî” te ne heye rûmet û ne jî nirx û biha!

- Zimanê Kurdî bila Xwedayê mezin alîkarê te be. Eger Kurd te nevên jî, ciwanên Ewrûpiyan bi te dipeyivin, bi te dinivîsin û bi te fêrê zanînê dibin.

Zimanê Kurdî tu her şad bî, serkeftî û serfiraz bî...

Stockholm 15/ 05/ 2015