rojbin @ sivildusunce.com
rojbinozkan@gmail.com
 Gelo jina kurd, di jîyana xwe ê rojane de dînê xwe çawa dijî?
Herçendî ji boy vê mijarê lêkolînek sosyolojîk û berfiref pêwîst bike jî, dîsa ezê li gor zanebûna xwe bi çend mînakan ve bînim ziman…
Şert  û mercên giran ku jina kurd tê de dijî û jîyaye, mixabin ji boy perwerdeyek olî têra xwe  guncan nebûye. Digel wê qasê jina kurd dîsa jî, bi bawerîyek û vîyanek xurt ve herdem xwe bi nasnameya  dîndar   daye naskirin….
Ustad Bediûzemman Sedîdê Kurdî; di şexsê dayika xwe Nûrîye Xanimê de dîndarîya dayîkên kurda di berhema xwe ya payebilind “Rêberîya Xaniman” de, bi me weha dide nasîn: “Ez di şexsê xwe de hertim dibêjim mîn, vê temenê xwe ê heştê salî de digelku ji heştê hezar zatî perwerde girtîye. Ew wanênku mîn ji dayika xwe girtîye wanên arîşen(manevî) dî laşê min de wek tovekî bîcîh bûye”.[1]
Em ji vê mînakê jî fêm dikin ku, jina kurd wek dayikek ji boy perwerda dinê bide zarokên xwe gelek henûn/hesas e.
Jina kurd, bi piranî jîyana xwe ya rojane li ser hîmê îslamê didomîne. Wek mînak; di karê mala xwe de çi paxijî, çi zad patin û çi jî mezinkirina zarokan… hege em bikîtekît bejin. Di nav gel de jinên ku bêdestnimêj hevîr bistirê nanê wê kes naxwe. Û dayikên xwedî derguş zarokên xwe bêdestnimêj bi serê qirêj/cenabet namêjînin.  Her viha jinên kurd paxijîya malên xwe  li gor kevneşopîyên îslamî dikin. Di malên kurdan de mexfur û merş/cile erdê raxistî divê herdem wîsa Tahir be ku   mirov bikaribe li ser nimêj bike…
Wekî tê zanînê jî, jinên gundan di nav kar û barên gelek giran de dijîn. Digel wê qasê dîsa jî tu car ji îbadetên xwe nebûye. Ne berîwanî, ne nanpêjî û ne jî karên bax û bostanan tu car jina kurd ji Xwedê dûr nexistîye.
 
Em dikarin bêjin ku, xwedi derketina namus û heyayê jî li ser milê jina kurd, wek erkekê îslamî xwe nîşan dide… 
Gerokê navdar Evlîya Çelebî dî seyehatnameya xwe de dîndarî ü îffeta jîna kurd veha dipesinîne:
“Xwedê dizane ku  min li vir( Bedlîs ) rûyê jinan nedîtîye. Lêbelê li gor ragihandina dostên min ên ewledar giştî bedew  û bi bejn in.  Giştî bedew in; qet ji malên xwe dernakevin. Ev keçên wek stêrkan xencî bavên xwe merê kî dî nedîtine. [2] Em dikarin bêjin dîndarîya jina kurd, gelek zêde bala gerokê navdar kişandîye. Lewre ji boy jinên Dîyarbekrê veha dibêje:
“Gelê Dîyarbekrê bi piranî bi Dînê Îslamê girêdayîne. Û xwedî Ehleqberz in. Jinên wan jî wek mînaka (RABİATÛ’L-ADEVÎYE)[3] dîndar,  xwedî îffet û bedew in”.[4]
 
Evlîya Çelebî nuxumandina jina kurd jî wek nîşandeya dîndarîyê dibîne:
“Jinên bajarê Betlîsê carên spî li xwe dikin û rûyên xwe jî dipêçin.”[5]
Li gor çavdêriyên Çelebî   jinên Dîyarbekrê jî di heman demê de wek jinên betlîsê carên spî li xwe dikin.  Em  li vir dibînin ku jinên kurd ji berê ve li gor qaîdyên Îslamê cil û berg li xwe kirine.
Her veha nivîskar Henny H. Hansen jî di pirtuka xwe ya bi navê: “Keçên Xwedê/ Li Kurdistanê di nav  jinên Misilmanan de”  jina kurd wek jinên dîndar nixûmandî nîşan dide. [6]Hêjayê gotinê ye ku ev pirtuk 1957 de hatiye nivîsandin û nivîskar bîranînê xwe ên başûrê Kurdistanê tine ziman….  
Û roja me ya îro?
Herçiqas di vê pêvejoya ku alema îslamê tê de dijî bandorek neyînî li ser gelê kurd jî kiribe,
Dîsa jî em dikarin bejin; di warê jîyana olî de, guherînên berbiçav pir zê de di jîyana jina kurd de çênebûye. Berwajî ji ber ku hejmara jin û keçên xwendî roj bi roj zêde dibe, ev dibe sedem ku jinên kurd jî bêhtir bibin xwedî hişmendîyek baş…  Ango hege bixwazin bi xwe jî dikarin xwe di warê olî de pêş ve bibin û dibin jî…  jinên ku di cîwanîya xwe de derfet nedîtîye ji boy xwendina Qur’ana pîroz îro diçin mizgeftan. Min gelek jin dîtine ku piştî 50 Salîya xwe Qur’an  xitim kirine. Her veha îro gelek bajarên Kurdistanê de jin di malan de kom dibin  Rîsalê Nur dixwînin.
 Ev e jî  xîretkêşîya jina kurd ya di warê olî de nîşanê me dide…
Hêvîya me ji Rebbê jorî ew e ku, jina kurd ji vir pê ve dîsa di çavdêrîyên bîyanîyan de wek mînaka RABİATÛ’L-ADEVÎYE bê pesinandin…
 
  [1] Bediûzzaman Said Nursi: Hanîmlar Rehberi/ Zehra yayîncîlîk[2] Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde “Kûrt Kadînî
Profdr. Abdurrahman Acar
Hakkari Ûniversitesi Uluslar arasî Kûrt kadîn kongresi kitabî[3] RABİATÛ’L-ADEVÎYE, jinek e  di dîroka tasavuvufê de,  bi dîndarîya û bi îffeta xwe navdar bûye.
Li Qudusê di sala  752/ mîladî vefat kirîye.[4] Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde “Kûrt Kadînî
Profdr. Abdurrahman Acar
Hakkari Ûniversitesi Uluslar arasî Kûrt kadîn kongresi kitabî
 [5] Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde “Kûrt Kadînî
Profdr. Abdurrahman Acar
Hakkari Ûniversitesi Uluslar arasî Kûrt kadîn kongresi kitabî
 [6] Allahîn Kîzlarî: Henny Harald Hansen/ Avesta yayînlarî