Şênîyên zozana mala Cîndî Axa, bi dengê qeba qeba kewan, kalîna berxîkan û bi banga dîkan ve sibê şefeqê ji xew şîyar bûn. Ew roj jî xweza wek bûkek li benda zawa xemilî be, bi hemû rewneqdarîya xwe ji mirovan re dibişirî…
Herçendi zozan bi dilniwazîya xwe ve mirovan dikir evîndarê xwe jî, bes jîyana zozanan ji boy jinan ne ewqas hêsan bû. Pîra hizrê jî yek ji wan kevanîyan bû ku, barê karên zozanan ên herî giran li ser milê wê bû… Wekî karên rojane ne bes bin herroj mazuvanîya mêvanên ku ji êlên zozanên cînar dihatin dikir.
Lê xwedî kirî bûk û nebiyên wê hebûn. Di nav nebiyên wê de delala ber dilê wê Siyaxal bû… Sîyaxal ne tenê keçek jêhatî bû, heman demê de bi bedewîya xwe ve jî bala kesan dikşand ser xwe, taybet bala xortan…
Pirika wê bedewîya Sîyaxalê dişiband cîwanîya xwe… Ew jî di temenê wê de bala xortan dikşand ser xwe…. Yek caran ku keçên êlê, êvaran li ber konê wan kom dibûn. Pira Hizrê û jinên hemsalê wê ji keçan re serpêhatîyên xwe vedigotin.
Dîsa rojek li ber konê mala Sîyaxalê kom bibûn. “Lê lê Hizrê tu pê hesîyayî kurê Tajdînê ji gundê mala
Reşo çûye ku keçek ji gund birevîne.” Û hinek bêdeng ma.
“Keça min, ca xêra mirê ye xwe şerbikek av bide min”
“Temam xaltî, wa ava te tînim, lê tu li benda min bimîne paşê bûyerê vebêje”
Keçik bi şerbika avê ve bilez vegerîya.
“Êêêêê! encam? de bêje xaltîya xanê te em beecandin” Sîyaxal bibû berdevkê keçan hemûyan û pirsa xwe bi kelecan pirsîbû.
“Paşê jin lê kom dibin û keçikê jê vediqetinin. Lavik jî dest vala, hevîşikestî, başstûyê xwe dixurîne û paş de vedigere… “
Ew bûyer bîranînên Pîra Hizrê di serê wê de zîndî kir… Çivîkên xeman li ser dilê Hizrê venişt û birînên wê dikola…
Hizrê, keçek bi bedewîya xwe ve di wê heremê bibû kul û kesara hemû xortan. Dema kê behsa bedewîya yekê bikira digot:
“Tu dibê qey Hizrê ya keça Simaîl axa ye. Ewqas bedew e.”
Wê rojê tavek xweş diteyisî li ser asoyê zozanên mêrga spî. Keçên êlê wekî herroj piştî ku şolên xwe qedandin çûn ser tuma bera sor geştê.
Herçi keçên evîndar bûn ev ger ji boy wan dibû hincet ku ew û evîndarên xwe hevûdu bibînin. Lewre çi dema xort hay ji gera keçan dibûn ew jî bi dizîka bera xwe didan alîyê tuma berê sor.
Wê rojê Hizrê fistanek keskê ku di rengê çavê xwe de li ser bejna xwe ya zirav de li xwe kiribû. Kofiyek sor û ser de jî dismalek kesk dabû serê xwe. Tevli çavên xwe ên kil kirî û destên hene kirî keçên der u dora xwe bi xwe dihesidand.
Şemdîn xortek qeşeng bejin bilind di wê heremê de yê herî zêde xewnên keçên xama dixemiland bû…
Lê dilê Şemdin de tenê cihê keçekê hebû ew jî Hizrê bû. Hizrê hay ji vê evînê hebû. Dilê wê ji boy Şemdîn lê dida hizr û bala wê herdem li ser Şemdîn bû, lê di nazîyê xwe de jî nedihat xarê. Her ku Şemdîn bi xwîşka xwe ve jê re peyam dişand wê her cara daxwaza wî ya hevdîtinê red dikir…
Wê rojê Şemdîn jî digel xortên dî hatibû nêzî tumê , çavê wî li Hizrê digerîya.
Li ber kendala tumê kaniyek piçûk hebû. Hizrê bi hinceta ku av vexwe çû ser kanîyê ya rast mebesta wê jî ew bû xwe şanî Şemdîn bide…
Şemdînê ku gav bi gav Hizrê dişopand, berê hizrê nêzî kanîyê bibû piştî ku kulmek av vexwar xwe da alîkî:
“Keremke! delala ber dilê min.”
“De here wêde ki gotîye ez delala ber dilê te me?.”
“çavên te Hizrê! tu neşêy derewan bikî, evîna min, evîna te di avirên te de xwe di de der”
Hizrê serê xwe kir ber xwe, dilê wê wekî çivîkek ku di destê nêçîrvanek de diperpitî…
Şemdîn hedîka û hinek jî bitirs destê wê girt nav destê xwe û bi destê xwe ê din ve jî serê wê ber bi xwe ve zivirand. Suretên Hizrê wek hinar sor bibû.
“Hizrê tu zanî hêstên min ji boy te çine, çavkeska min, tu tava min î. Bê tav mirov najî. Were bibe kevanîya mala min, dayika zarokên min, were bibe helala min. Wekî min got; tu tava min î. Were bila tirêjên te ronahîya xwe bide mala min….”
Piştî van gotinan Hizrê şerma xwe li ser xwe avêt. Bi dilsozîyek li çavê Şemdîn nihêrî:
“Hingê bavê xwe bişeyne bila were min bixwaze.”
Şemdîn bi coşek mezin got:
“Hema Îşev”
Û bê tirs û bê şerm ramusanek da ser enîya Hizrê ji bêrika xwe eynikek derxist dirêjê Hizrê kir:
“Eve dîyarîya min ya yekem e.”
Hizrê bi bişîrinek ku hemû bextewarîya xwe nîşan dida neynik girt û kir ber kimbera xwe.
Piştî demekê dirêj ku herdu evîndar li ser kanîyê runiştin bi dengê hirîna hespan ji cihê xwe rabûn. Çar pênc xortên sîwarên hespan ber bi wan ve hat.
Xortek ji hespê xwe dakete erdê û bi çepilê Hizrê girt. Şemdin çav sori bû xwe hingavt ser xortê û du sê kulmist li serê wî xist. Di wê hengameyê de Hizrê hevl da ku bi lez ji wir bireve. Lê kedera reş tevna xwe li serê wê honandibû. Hemû sîwarên hespan dor li Wê girtin, bi destê zorê wê li hesp sîwar kirin û ji wir dûr ketin...
Pira Hizrê destê xwe kir ber pişta xwe diyarîya ku Şemdin 50 sal berê dabûyê nihêri. … Axînek kur kişand. Wê şevê xem û xeyal dinav mejîyê wê de direqisî…
30. O5. 2013
MÛŞ
Rojbîn Ozkan
rojbinozkan@gmail.com