rojbin @ sivildusunce.com
rojbinozkan@gmail.com
 
 
 
Hejmara wan ne bi qasê dile me jî, nav cîwanên kurdan, taybet xwendekarên zankoyê ên beşa kurdilojîyê de eleqeyek baş boy berhemên kurdî heye.
  Ev cîwanên hêja, têra xwe ji berhem û nivîskarên kurdan jî haydar in. Ev  yeka cihê şanazî û serbilindîyê ye. Lê?
“Lê” Mixabin cîvaka me kurdan, hê jî nirxa xwendina berhemên kurdî bi têra xwe nezanîye…
Wek nivîskarek kurd, xem û dilzîzîya min ya herî mezin ew e ku, dema em ji kêmfirotina pirtûkên kurdî gazin dikin û xembarîya xwe ya vê mijarê de tinin ziman; xwendewan ji me re dibêjin: “Pirtûk gelek bahane, divê weşanxane bahayê wan hinek daxinin nizanim çi û çi”
Hêjayê gotinê ye ku ez bejim, ew kesên ku ji bahabûna pirtûkan gazin dikin, deste wan de iphone/ telefonên ku bahayên wan herî kêm 1000- 2000 lr ye.
 Kesên cixarekêş mehê de herî kêm 150-200 lr didin cixarê. Wekî din çi jin, çi mêr cil û bergên herî lûks li xwe dikin…
  Divê em bipirsin rastî jî di bêrika wan canik û camêran de qet nebe mehê carekê perê pirtûkekê tune ye?
Dibe ku nifşên nû baş nizanibin, lê kesên hevsalên min û ji min mezin bin, baş tê bîra wan,  zaroktîya me de, pirtûkên kurdî bi dest me nediket ku em bixwînin ên hebûn jî me tirsa leşkeran ewna an disotin an jî binax dikirin. Ez gelek piçûk bûm lê  baş tê bîra min,  bavê min mal de pirtûk û kasetên kurdî kir turikekî û hewşa mizgeftê de erd kola ewna wekî ku mirov mirîyê xwe bike goristanê  bi çalkir.  Ew bûyer bandorek mezin li ser me kiribû.
Me hewşa mizgeftê re digot: “goristana pirtûkan”
Dema min biryara ku ez bibim nivîskar da, ew bûyer li ber çavê min bû. lewre min xwest ez bi zimanê xwe, ew zimanê ku  nav pêlên asimilasyonê de tu çar têk neçû û saya lûtfa Xwedê û dewlemendîya xwe û bi keda dayikên me fidakar li ser pîya ma ye binivisînim...
Ez mezin jî bûm hê ew qedexe didomand…
Ez bi salan bi hesreta ferxengek kurdî bûm, daku bikaribim kurdîya xwe pêş ve bibim. Min pişti sala 1998 karibû pirtûkên kurdî bi dest bixim
 Her çendî qedexa li ser zimanê kurdî bere wê wextê   hêdî, hêdî hinek pêngavên sist rabibû jî,   bi sedema  tirsên salên rabirdû û kêmbûna pirtûkên kurdî li cîvakê de bi dest xistina berhemên kurdî ne hêsan bû...
 
Di wî warî de nifşên nû ji me bisihûdtir in. Dewlet mafê zimanê perwerdehîyê bi giştî nebe û gelek dernegmayî û bi tevê kêmasîyên xwe be jî hinek gavên erenî avatîye. Qet  nebe niha hinek Zankoyan de beşên kurdilojîyê vebûne. Û hîn sazîyên taybet jî dikarin bi derfetên xwe ve ji boy fêrbûna zimanê kurdî vebikin û dikin jî...
Hema bêje hemû bajaran de pirtûkxaneyên ku pirtûkên kurdî diforoşin hene. Her weha li ser  gelek malperên internete çi pirtûkên ku bixwazin dikarin bi hêsanî bi dest bixin. Wekî dî her sal pêşengehên pirtûkan vedibin…
Lewre daxwaza me ji gele kurd ew e ku bi hincetên piçûk ji xwendina berhemên kurdî dûr nekevin. Bila berhemên kurdî bêpar nemînin û ji ava kanîya zimanê kurdî binoşin.
Silav û rêz.

Rojbin Özkan