rojbin @ sivildusunce.com
Ez û hevala xwe Berçem em bi texsîya Berçemê  ketin rê. Rêya gund  bi qasê du seetan ji bajar dûr bû.  Wê rojê baran hûrik hûrik dibarîya.  Demsala baharê de, xweza bi şinahîyê xemilibû…
“Ji te re qewet be xaltîya Binevş!”
“Wey tu ser herdu çavên min hatî mamoste!”
 Xaltîya Binevş, jinebîyek bû tene dijîya. Dema teyina min derket vê gundê wêrîyê xwe ji min re vekir. Ew sê sal bû, ez li wî gundî mamoste bûm.
“Ev hevala min Berçem e. Wê çend rojan li vir bibe mêvanê me”
“Bila be. Serçava  hatî keça min! derîyê me herdem ji mêvanan re vekirîye”
“Mala te ava xatî”
Ew sê roj bû min û xatîya Binevşê me mazuvanîya Berçemê dikir. Nizanim çima lê  Berçemê eleqeyek mezin nîşanê vê gundî dida. Em herroj diçûn nav gund,  hema beje ji hemû pirejin û kalemêrên gund re ketibû pêwendîyê. Te digot qey rojnemavaneke ketîye pey lêkolînek kûr.
“Xatîya Binevş, ez dibim qey vê gundî mala herî qelebalix mala muxtar e, ne wisa? Lewre ji min re got em neh bira û heşt xwişk in”.
Pirsen Berçemê her zede li ser malabata muxtar bû. Ya rast hîn gotinên gundîyan ên derbarê vê malbatê de bala min jî dikişand bes min qasê Berçemê mereq nedikir.
Xaltîya Binevş hê pirsa Berçemê nebersivandibû min lê zede kir:
“Tê bîra te xaltî ez û tu em par çûn pincar binya gire bêmiraz mezerek hebû. Dema min ji jinên gundî pirsî wan gotin mezerek bêxwedîye. Lê te got ya xwişka muxtar e bes ew vedişêrin”
Bi vê pirsa min acizîyek xwe di avirên xatîya Binevşê de da der. Hema bera babetê veguhart:
“Te got pincar, wa salwexta pincar hat. Hesdikî  em sibe herin hinek keleng û gulik berhevbikin”
“Gelek baş e,  xaltî hingê hûn min bibin berpala Gire Bêmiraz rastî min ew der pir mereq kir. “Girê bê miraz” çi navek balkêş gelo çima ev nav lêkirine?”
“Keçê ew der pirr dûr e;  kê dikare here wir, ez rebena xweda we çawa bibim wir?”
Ez li benda bersiva Berçemê nemam:
“Emê bi erebê herin”
Roja dî em bi denge xaltîya Binevşê ji xew şîyar bûn. Wê rojê ewr xwe dabûn alikî , tavê konê xwe veda bû ser sirûştê…. 
“Ez qorî dilovanîya te bim, ey Xwedayê mezin! Tina tavê naşibe tu sobeyan. Hûn dibînin keçno! em mal de weha germ nedibûn”
“Rast dibêjî xaltî, hemd ji Xweda re”.
Me tevê xatîya Binevşê demek dirêj kereng û gulik berhevkir. Kare berhevkirina pincar pirr xweşê Berçemê neçûbû. Bi ken ji xatîya Binevşê pirsî:
“Gelo yekem car kîjan kurdê bê aqil pincarek wek kereng bi dirî kifş kiriye û bûye bela sere jinan.”
“Ka ez êvarê ji te re bipijînim bixwe tê dîsa wisa bibêjî gelo?”
 
Piştî berhevkirina pincar me li ser kanîya berpala gir de behna xwe veda.
“Ka ew merzelê we qal dikir li kuye? “
De rabin em êdî vegerin. Xaltîya Binevş pirsa Berçemê nebersivand. Lê Berçem ji daxwaza xwe de ne hate xwarê. Pirsa xwe dubare kir:
“Xaltî; tu Xwedê min bibe ser merzel”
Xaltî bê dile xwe ji cihê xwe livîya. Bi dengekî nizm bû nice nica wê:
“Ez nizanim tê herî ser merzel çi bikî? Tu bêjî heşa qey merzelê Pexember e.”
Xaltî em birin ser mezer. Tene kevirek piçûk wek kelik ber sere mezer de hebû…
Min berê xwe da xaltî binevşê û jê pirsî:
“Xaltî xêra mîrîyên xwe ji me re çîroka vê mezerê vebêje?”
“Keça min dev ji van çîrokan berdin. Serê xwe nekin belayê”
Bela çi xatî! Xwedê ji te razî em du xeribin vê gundî de îro li vir in sibê diçin. Çi şolê me bilayan heye. Ka tu ji kerema xwe re bêje ev çi mesleye? Soz em ê deve xwe wekî sandoqeq tijî zêr be kilit bikin”
Herçendî xaltîya Binevş gelek berxweda jî dawiyê de me ew qanî kir:
“Ez hê bûka teze bûm hatim vê gundî zêde nasê min tunebû. Berfê keçikek hevsalê min bû.
Min çavê xwe bi wê vedikir. Keçikek gelek rûken û dilsoz bû.
Rojek birayê min hate serlêdana min hingê xortek ji gundê me navê wî Xelîl bû  digel wî hatibû. Ez  û  Berfê jî wekî hercar dîsa li bal hev bûn. Bere haya min jê nebû lê paşê ez pê hesîyam ku xelîl û Berfê dil berdane hev. Rojek berfê hat ji min re got wê malbata xelîl bên min bixwazin.
 Çûriskên evînê  dabû dile wê ji şabûna firdida. Lê malbata Berfê wê nedan Xelîl. Nehiştn ew bi mirazê xwe şabin.
Bes wan dîsa jî dev jî evîna xwe bernedan. Wan zevîya dil ji hev re vekirbûn. Herdu jî di vê zeviyê de tovê evine diçandin.
Xelîl û Berfê gelek caran hevdu li vê dere diditin… Ango ev Gire Bêmiraz hêlîna evîna wan bû.
De rabin keçno ewqas bes e.”
“Çi ka ji ku bes e?. Te dawîya çirokê ji me re negot. Encam bû çi û ya herî giring ev mezer ya ki/kê ye?
Berçemê li şûna min jî pirsa xwe pirsî.  
“Rojek dîsa weha bahar bû ez û Berfê em bi hinceta berhevkirina pincar hatin vir.  Bistek şûn de Xelîl jî hat. Ew û Berfê li ber çavê min wenda bûn. Ez gelek mam li benda Berfê, lê nehat bû reqe reqa ewran baranek neditî barîya. Ez neçar mam ber bi gund ve revîyam. Dema min xwe gîhand malê heta binkirasê min hemû cil û bergê min şil bibûn. Ez ketim fikarê min got gelo çi bi sere berfê hat?
Bû nivê şeve jî hê deng ji Berfê nerneket. Ez wê şeve heta nimêja sibê ranezam.
Piştî banga mele min rabû nimêja xwe kir û ez ji mal derketim ku herim çêlekan bidoşim. Hev min dît teqe teqa denge sîleha tê. Gundî bangê hev dikin hawar! Hawar! Ew çi deng e?. Kes nizan e çi  ye  û ji ku tê?. Paşê xeber hat, gotin şivanê gund, Berfê û Xelil di şikeftekê de dîtîye  û çûye xeber daye birayên wê.  Yek ji wan birayên wê jî niha muxtarê gund e. Birayên wê jî hatine bi sîlehan êrişê wan kirine Xelîl mîrîye…”
 Piştî mirina Xelil  kulîlkên evine ên solina dile Berfê de ajda bû çilmisî
Piştî wê rojê malbata Berfê nehiştin ew ji mal derkeve.
 Hevdîtina me jî qedexe bû. Ew rewş, çend roj veha domand. Rojek em pêhesîyan ku; birayên  berfê wê ji gund birine cihek nedîyar. Hinekan gotin berfê ducanî bûye ji ber wê biryara kuştinê dane. Guneh stûyê wan de, hinekan jî gotin ji ber ku deve gundîyan bigrin ew ji ber çavan wenda kirine…
Heta çend sal bere jî min nedizanî berfê saxe an mirîye. Rojek  xwişka min hat ji min re got Berfê sax e. Min ew Stenbolê  nexweşxaneyek de dîtîye  nexweşek giran e. Bes wesîyet kiriye gotiye; “dema ez mirim min berpala Gire Bêmiraz de veşerin”. Min xwe amade kiribû ku ez herim carek bi çavê xwe Berfê bibînim lê nebû qismet. Sê sal berê gundî hatin gotin ku bi şev miriyekê anîne jê re berpala Gire Bêmiraz de mezere kolane û li wir çel kirine. Hema ez hatim min xwe avêt ser mezerê hevala xwe.”
Ez gelek bin bandora vê çîrokê de mam. Qet  haya min ji Berçemê nebû, bê ka ew çi difikire bertaka wê çiye. Dema min hestirên çavên xwe paxiş kir û sere xwe bilind kir çi bibînim min hev dît ku Berçemê sere xwe danîye ser kêlika mezer îske îska  wê ye digrî.
“Wey! Keça min çi bi te qewimî? Wele min bizanibûya tê weha bikî min ev bûyer ji te re nedigot”
Ez xwarê erde bûm min çepilê Berçemê girt û xwest wê rabikim ser pîya. berdilek deste wê de bala min kişand berdil we şiklê qelb de bû tê de wêne hebû. Dema xaltîya Binevş ew wêne dît wekî sîtilek ava  sar ser sere wê de birijînin hema cihê xwe de qerisî û bi matmayî got:
“Wî min pîrkurê ev wêneya Berfêye!”
 Berçemê sere xwe li ser kêlikê rakir li xaltîya Binevşê niherî û got:
“Berfê pirika min bû!
 
 


Rojbîn Ozkan
rojbinozkan@gmail.com