rojbin @ sivildusunce.com
rojbinozkan@gmail.com
 
Îro em bi xembarî  paşdemayîna  jina  misilman  temaşe dikin. gelê misilman jinan kirine qefesekê, ne hîştine  ew him ji boy malbat mêr û zarokên xwe, him jî boy civak û gelê xwe bibe kesek sûdwer.
Ewku  mînakên dîroka Îslamê de têne pêşberê me berwajî vê rewşê ne. Bê guman mînaka herî mezin dayîka Ummetê Hz Aîşe ye. Di jîyana vê dayika pîroz de,  bi hezaran mînak hene ku dema jina misilman van mînakan baş bizanibin, Ez  bawerim wê behtir bi xwe bawer bin û ew jî dê vê rêya pîroz de bimeşin û wê xweştirin dinyayek  ji vê dinya ku em tê tê de dijîn ava bikin….
Ji ber giringîya vê babaetê  min xwest ez hinek qala zanistîya Hz: Aîşê bikim…
       
Hz. Muhammed (s ), veha ferman dike “Hûnê nivê dînê xwe ji Humeyra yê fêr bibin.”[1]
Lewre Humeyra Navlêkeke Hz. Aîşê ye Qasidê  Xwedê yek caran bi vê navê bang lê dikir.
 
Pêxemberê cîhanê ( S. ) weha diferme: “Payebilindîya Aîşeyê ya li hember  jinan, wekî tahma xweşîya tirîdê ya li hember zadên din e.”[2]
 Herweha gotina Resulê Xwedê: “Ji nav Umeta min, ji xencî te kesî ev pirs ji min nepirsî.”
 (Îbn Henbel) Nîşandeya kamilbûna Hz. Aîşe ye.
 Şîyandarî, ilm û payeberzîya Hz. Aîşeyê hemû kes dizane û dipejirîne. Hz. Aîşe çi jin çi mêr kesê herî zana ye. Her weha gelek kes di wê bawerîyê de ne ku “di warê fêrkirin û vegotina dîn ya ji bo misilmanan de, kesê/a jê re bibe hevpar tuneye.”[3] Wekî din wê suneta Pêxemberê me (s ), ayet û ferzên Qur’anê (huquqa mirasê/feraîzê) jî baş dizanîbû. Ji ber vê yekê gelek eshabên Pêxemberê me ên pêştahatî gelek tiştan jê dipirsin û jê fêr dibûn.[4]
 Urwe b. Ez-Zubeyr, ji bo vê jina zanyar weha dibêje: “Min di warê Qur’anê de, di ferz, helal, heram, helbest, dîroka ereban û ilmê nesebê de ji Hz. Aîşeyê zanyartir kes nedît.”[5]
 Lêkolînerekî ji Îraqê tê bal Hz. Aîşeyê di derbarê ayetek Qur’anê de tiştekê ji dipirse. Hz. Aîşe, di wî warî de hîn agahîyan dide wî û ji Qur’anê hînek ayetan pê dide nivîsandin.[6]
 Hz. Aîşe ji Pêxemberê me 2210 hedîs ragihandîye.[7]
Hz. Aîşe dema ji Ebu Hureyre gotina “jin, xanî û hesp bêyom in” dibihîse gelek hêrs dikeve û weha dibêje: “Sond bi Xwedê ku Hz. Pêxember (s ) weha negot. Wî digot mirovên çaxê cahilîyeyê weha difikirin.”[8]
Alimê Îslamê yê Misrê Bedru’d-Dîn- Zerkeşî rastkirin û rexneyên Hz. Aîşê di pirtûka xwe de dîyar kirîye.[9]  
 
Perwerdekarê Îslamê
Hz. Aîşe piştî wefata Pêxemberê me jî erkên giran dabû ser milê xwe. Wê wekî mamosteyekê ji bo dînê îslamê baş bê zanîn, ji bo pêşerojê telebe perwerde dikir. Mala xwe wekî dibistan bikar dianî.
 Di nav wan qutabîyan yên keç jî hebûn wekî mînak; keçek sêwî Sumeyte el- Leysîyye, Ummî Kulsim b. Ebîbekir, Safîyye b. Şeybe, keçên Muhemmed, Ebubekir û gelek kesên din.[10] Evna (Xwedê ji wan razî be) ji Hz. Aîşeyê gelek hedîs ji ber kirine. Her weha hêjayî gotinê ye ku di nav qutabîyên Hz. Aîşeyê yên mêr jî hebûne. Wekî mînak xwarzîyê wê kurê Hz. Esmayê Urwe b.
 Zubeyr. Vî zatî gelek hedîs jiber kiribû û muhedîsekî mezin bû û di warê dîrok û huquqê de jî xwedî ilmekê zêde bû.[11]
 Rojekê Urwe ji mamosteya xwe Hz. Aîşeyê re dibêje: Te ilmê xwe yê helbest û dîrokê ji bavê xwe Hz. Ebubekir girtî ye, lê gelo ilmê bijîjkîyê ji ku fêr bûyî?
 Hz. Aîşe dibêje: “Di nexweşîya Resulê Xwedê de ew nûnerên ku ji deverên cuda dihatin, wan hinek dermanên şîfayê ji min re salix didan. Min jî wisa derman çêdikir. Ev ilmê min jî ji wir tê”.
Hz. Aîşe ji bo perwerdehîya zarokan jî miroveke gelekî henûn bû. Wê digot: Fêrkirina helbestê ji bo zimanê zarokan gelek girîng e. Zarok bi fêrbûna helbestan dibin xwedî zimanekî xweş.[12]
Divê jina kurd jî, vê dayika ummetê ji xwe re bike rêber û di rêya wê de bimeşe…
  [1] Zerkeşi: Hz. Aişenin sahabeye yoneltigi eleştiriler, rp/ 152, otto[2] Buxarî, sahih[3] dr Riza savaş: Hz.Muhemmed devrinde Kadin.rp/ 141, Ravza[4] ( Îbn Sa’d, a.g e. )[5] ( dr Riza savaş: Hz. Muhemmed devrinde Kadin.rp/137, Ravza )[6] Buxarî, sahîh, 6/101, Fezalu’l- Quran, 6[7] Sahîhî Buxarî[8] Îbn Hanbel[9] Binêrin: Sahabeye Yoneltîgî Eleştîrîle: Zerkeşî / otto[10] Riza Savaş:Hz. Muhammed ( sav ) Devrînde Kadin/144, Ravza[11] Riza Savaş:Hz. Muhammed ( sav ) Devrînde Kadin/144, Ravza[12] Dr Riza Savaş. Hz. Muhemmed donemin de kadin, 146